12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta başûr 30 sal in di xizmeta Tirkiyeyê de ye

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Herêma Germiyanê Şeyma Ednanê anî ziman ku hikûmeta Başûr 30 sal in di xizmeta dewleta tirk de ye û xizmeta Tirkiyeyê dike.

Êriş û dagirkeriya dewleta tirk a bi hevkariya PDK û malbata Barzanî didome. Her çend gel û partiyên siyasî yênn li başûr bertekên xwe tînin ziman jî PDK û malbata barzanî aşkere hevkariya Tirkiyeyê dike. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Herêma Germiyanê Şeyma Ednan ji ANF’yê re axivî. Şeyma Ednan diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî û qirkirina jîngehê pêk tîne û wiha got: “Dewleta Tirk her roj sivîlan li herêmên Behdînan û gundên başûrê Kurdistanê dike armanc û bombebaran dike û bi her awayî dixwaze gelê Kurd ji nav bibe. Bêguman tirsa Tirkiyeyê ji fikr û baweriya Kurdan e, 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hatiye girtin, tirsa wê ji fikr û tezên Rêberê Gelê Kurd heye û dixwaze di kesayetiya Rêber Apo de gelê Kurd ji nav bibe.”

Şeyma Ednan da zanîn ku di van salên dawî de dewleta tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê tund kirine û got: “Her roj sivîl şehîd dibin û li çiyayên Kurdistanê çekên qedexekirî tên bikaranîn. Divê ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bê şermezarkirin û bêdengî bê şikandin. Dewleta Tirk her roj têkiliyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetir dike û di heman demê de bi dewleta Iraqê re hewl dide lihevhatinê çêke.”
Şeyma Ednan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber peymana 50 salî ya aboriyê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, dewleta tirk a dagirker zêdetir dagirkeriyê dike û sektora çandiniyê ya Kurdistanê lawaz dike û wiha axivî: “Başûrê Kurdistanê bi mal û kelûpelên Tirkî tijî bûye, ew xwarinên ku dewleta Tirk dişîne başûrê Kurdistanê xerab in û ne tendurist in. Yek ji wan sedeman ku niha rêjeya nexweşan li nexweşxaneyan her roj zêde dibe, bikaranîna xwarinên Tirkî ye. Divê gel hişyar be û xwarin û kelûpelên Tirkî bi kar neyne, ji ber ku armanca Tirkiyeyê ew e çi dibe bila bibe, Kurdan ji nav bibe.”

Şeyma Ednan da zanîn kuhikûmeta herêma Kurdistanê bi tevahî ketiye xizmeta dewleta Tirk û xizmetê ji armancên wê re dike. Niha jî bi rêya medya û fîlmên Tirkî ketiye nav civaka Kurdî û bandorê li zarok û takekesên Kurd dike. Mebest ji vê yekê jî jinavbirina çanda Kurdî, xerabkirina têkiliyên civakî û jinavbirina ciwanan e.”
Ednan da zanîn ku rojane hezaran tankêrên petrolê ji Tirkiyeyê re tên şandin û bi qasî ku sûda vê yekê ji bo Tirkiyeyê heye, ji bo başûrê Kurdistanê û gelê wê tune ye û wiha berdewam kir: “Tevî ku axa Kurdistanê bi bereket e, berhemên navxweyî kêm in, ji ber ku piraniya berhemên ku tên başûrê Kurdistanê, berhemên hawirde û berhemên Tirkî ne. Ev jî armanca dewleta Tirk e ji bo jinavbirina gelê Kurd û axa başûrê Kurdistanê. Armanceke din a Tirkiyeyê vejandina Mîsaqa Milliyê ye. Peymana Lozanê bi dawî bûye, lê wisa xuya dike ku bi dawî nebûye û hatiye nûkirin. Ji ber ku Tirkiye Kerkûk û Hewlêrê wek bajarên xwe dibîne. Bi rêya vejandina Mîsaqa Milliyê dixwaze Kurdistanê dagir bike.”
Di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe DAIŞ ava kiriye û li her cihê ku bixwaze dagirkeriyê bike, pêşî DAIŞ’ê bi kar tîne û got: “Ji sala 2013 heta 2015’an DAIŞ li Gulale (Celawla), Kerkûk û Xurmatûyê êrişî başûrê Kurdistanê kir, ew herêmên ku ketin bin desthilatdariya DAIŞ’ê û ew jin û malbatên ku li cem DAIŞ’ê bûn, yên ku ew dever û malbat parastin gerîlayên azadiyê bûn. Niha jî yên ku li hember êriş û dagirkeriyê rawestiyane gerîla ne.”