12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta alman: CPT berpirsiyar e

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin berdewam e. Ji adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî jê nayên girtin. Partiya Çep a Almanyayê têkildarî mijarê pêşnûmepirsek da Meclisa Federal a Almanyayê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût di pêşnûmepirsa xwe de ji hikûmeta federal a bi serokatiya Olaf Scholz pirsî bê ka derheqê rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de xwedî agahî ne yan na. Her wiha bangawaziya hiqûqnasên ewropî ya ji bo serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê hat pirsîn.

Agahiya wan ji Abdullah Ocalan nîne

Misteşarê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Andreas Michaelis li ser navê hikûmetê bersiva pêşnûmepirsê da û wiha got: “Têkildarî rewşa tenduristiyê ya damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan de tu agahî li ber destê hikûmeta me nînin. Ji vê mijarê CPT berpirsyar e ku nûnerê Almanyayê jî di nav de cih digire.”

Rewşa Îmraliyê tê paşguhkirin

Parlamenter Akbûlût jî derheqê bersivê de daxuyanî da û bertekek tund nîşanî sekna hikûmeta Scholz a li hemberî Îmraliyê da. Akbûlût, destnîşan kir ku derdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê piştî guherîna hikûmeta Almanyayê li benda piştgiriyeke xurt bûn lê ev hêviya wan hemû têk çûye û wiha got: “Wisa xuya dike ku Hikûmeta Federal a Almanyayê ji binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî zêdetir, girîngiyê dide berjewendiyên jeopolîtîk. Em ê serî li Nûnerê yê li CPT’yê Dr. Gunda Wössner bidin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê qebûlkirin. Divê were lêkolînkirin bê ka Tirkiyeyê çiqas bi pêşniyarên CPT’ê kiriye. Hikûmeta Federal a Almanyayê ya berê di sala 2019’an de piştgirî dida pêşniyarên CPT’ê. Lê belê rewşa girtiyên li Îmraliyê tê paşguhkirin.”