Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li ser civaka êzidî fermana 74’emîn pêk anî. Di 5’ê mehê de HPG’ê bi 12 şervanan biryar girt ku dê biçe hewara Şengalê. Piştî şerê ku HPG’ê da destpêkirin û YPG, YJŞ’ê jî ketin nav şerê li dijî DAIŞ’ê. Di encama şerê ku hat dayîn de di 14’ê çileya 2015’an de Meclisa Gel a Şengalê hat îlankirin. Ragihandina yekîneyên YBŞ û YBJ’ê hat kirin.
Her wiha di 31’ê cotmeha 2015’an de hemleya operasyona rizgarkirina gundên Şengalê hat destpêkirin û di 13’ê Mijdara 2015’an de jî bi rizgarkirina Şengalê ev pêngav bi dawî bû.
Em der barê rizgarkirina 9’emîn salvegera Şengalê de bi berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico re axivîn.
Berdevka TAJÊ Riham Hico di destpêka axaftina xwe de şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîn rijandine bi bîr anî û ev tiş anî ziman: “Dema navê Şengalê were gotin pê re êzidî, dema ku êzidî bê gotin Şengal tê bîra mirov. Li beramberê van êdî Şengal û berxwedana kurdan û îxaneta ku hat kirin jî tê bîra mirov. Fermana 3’yê Tebaxê ne fermaneke ji rêzê ango ne plankirî bû. Dema DAIŞ li Musilê bû me digot dibe ku Iraq îxanet li gelê xwe bike lê em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku wek civaka êzidî heta Başûr bû heremeke federal me li ber xwe da. Di fermana dawî de jî ne ku hêza me ya berxwedanê nîn bû ji ber ku me baweriya xwe bi pêşmergeyan anîbû em rastê îxaneta PDK’ê hatin. Em ne li benda vê îxanetê bûn, ji ber ku ji berê de ji bo amadekirina cihên ku pêşmerge xwe tê de biparêzin jin û zarokan kedeke mezin dabûn. Dema ku em dibên pêşmerge xiyanet li me kir, divê em vê îxanetê wek îxaneta serokên pêşmergeyan û serokê başûrê Kurdistanê bigirin dest. Hin pêşmergeyên ku ji vê rewşê ne razîbûn jî hebûn. Lê di encamê de keresateke mezin çêbû.”
Riham Hico bandora şervanên HPG’ê ya di nav civaka êzidî de daye afirandin bi van gotinan anî ziman: “Êzidî ketibûn nav bêhêviyeke mezin. Lê têkoşîna ku bi salane li çiyayan dihat dayîn, fikr û felsefeya Rêber Apo û mîlîtanên Rêber Apo hêviyek da afirandin. Wek mînak apekî ku behsa wan kêliyan dikir digot; ‘Em ber bi çiya ve diçûn, me di rê de Seîd Hesen dît. Me zanibû pêwendiyên wî bi hevalên HPG’ê re hebûn. Me jê re got em çi bikin çareseriyeke çawa peyda bikin? Seîd got dê gerîla ji çiya bi hewara me de bê. Min got ewqas pêşmerge bi ewqas sîlehan nikarin me biparêzin dê gerîla çawa me biparêze? Lê dema ku gotin gerîla korîdor vekiriye da ku êzidî derbasê Rojava û Başûr bibin wê de mê me got ew gerîlayê ku kare korîdor vebike dikare me jî biparêze.’Ev mînaka ku min da rastiya civaka êzidî ye.”
‘Pêşketin bi saya Rêber Apo pêk hatin’
Hico avakirina korîdorê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Korîdora ku HPG’ê ava kir ji bo civaka êzidî bû hêviyek. Her kesê hêviyê di teknîk û topan de didîtin lê HPG’ê bi civaka êzidî da zanîn ku hêz di kesayetê de ye. Dema mirov bi îrade be dê wê demê karibe xwe û civaka xwe rizgar bike. HPG dema hat Şengalê û korîdorê vekir û gelek kesan şand Rojava lê di heman demê de şengaliyan li Şengalê da hêştin da ku wek tovê vegerê bin. Pêşengiya vê jî kesayetên wek Şehîd Seîd kirin. Ciwanên ku li çiyayan mabûn li dora HPG’ê kom bûn. Heval Egîd Civyan wan li bin daran perwerde kir û bi wan de fêmkirin ka dê jin û xortên êzidê çawa xwe biparêzin. Di destpêka rizgarkirina Şengalê de Meclisa Xweseriya Demokratîk di bin çadirekê de hat avakirin. Îro li her derê şaxên meclisên xweser û dezgehên wê hene. Milet ji bo parastina xwecihî û parastina ji êrîşên derve tê rêxistinkirin. Têkoşîn ji aliyê siyasî, aborî û pergala ku nû hatiye avakirin tê dayîn. Ev hemû bi saya fikra Serok Apo pêk hatin û pêşdikevin.”
‘Jin têkoşîna xwe didomînin’
Riham Hico axaftina xwe wiha domand: “Îro em salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz dikin. Lê ji bo Şengal rizgar bibe bi sedan şehîd hatin dayîn. Ji bo her dareke mecliseke, dezgeheke Şengalê şehîdek hatiye dayîn. Li her derê xwîna şehîdek hatiye rijandin. Ji ber vê yekê em vê rojê li şehîdan pîroz dikin. Em wek civaka êzidî hewl didin tiştên ku di fermanê de hatine jiyandin li dû xwe bihêlin. Lê di nav van salên ku derbas bûne de jinên êzidî bûne xwediyê hêzeke mezin. TAJÊ êdî bi xebatên ku dike xwe di nav dostên xwe de daye qebûlkirin, dijmin jî êrîşê me dike. Ji bo me ev herdu jî cihê kêfxweşiyê ne. Meclisa Xweseriya Demokratîk bi zehmetiyek hatibe avakirin TAJÊ bi du zehmetiyan hatiye avakirin. Gelek hevalên jin ji bo jin bibin xwedî îrade bi canê xwe bedel dan. Îro jin di bin banê TAJÊ de ji gelek aliyan ve bûye xwedî hêz û têkoşîna xwe didomîne.”
‘Em ê rizgariya Şengalê mîsoger bikin’
Berdevka TAJÊ Hico axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tundiya ku di nav civakê de li ser jinan tê meşandin û hişmendiya mêran a di nav civaka êzidî de pir neguheriye. Lê li dijî hişmendiya mêrperest têkoşîneke gelek mezin tê dayîn. Jin li ser fikrê Rêber Apo li ber xwe didin. Yek ji destkeftiyên me yên ku me di nav vî deh salên derbasbû de bi dest xistiye bêguman hevserokatî ye. Yek ji destkeftiya me ya herî mezin hêza parastinê ya YJŞ’ê ye. Mînaka vê yekê li Iraqê tune lê îro jinên êzidî xwedî yekîneyeke parastinê ne. Em ê bi hêza xwe heta azadiya Şengalê mîsoger bibe û tundiya li ser jinan biqede dê têkoşîna xwe bidomînin.”