Kurd ku yek ji gelên herî kevnar ê herêma Rojhilata Navîn e, li hemberî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û bêhurmetiyê yên ku bi sed salan in didomin kariye bijîn û ji bo nasname, ziman û çanda xwe berdêlên mezin dane. Dema ku em li dîroka vî gelî dinêrin, aştî rastiya herî ji dest çûye, lê herî dijwar e ku were damezrandin. Ger peyva aşitiyê îro piştî bi dehan salan ji axaftina çekan, jiyana neqediyayî û ketina dilê dayikan careke din were gotin, ev yek bi sebir, berxwedan û israra gelekî mezin pêkan e.
Dema ku îhtîmala pêvajoyeke nû ya aştiyê tê nîqaşkirin, vê carê pêwîst e pêvajo ne tenê bêdengiya çekan, lê her wiha avakirina jiyaneke bi rûmet were xwendin. Aştî ne tenê bidawîbûna pevçûnan e, ji nû ve avakirina hêviya gelan e ku wekhev, azad û bi hev re bijîn. Yek ji stûnên hilgirê vê pêvajoyê jin in. Jin ne tenê mexdûrên şer in, di heman demê de mîmarên aştiyê ne.
Bêdengiya çekan
Yek ji demên herî sembolîk ên însiyatîfa aştiyê, bêguman daxuyaniya hevseroka Meclîsa Rêveber a KCKê Bese Hozat a di merasîma îmhakirina çekan de hat dayîn e. Ew roj ne tenê merasîmeke leşkerî bû, li ser navê gel jî daxuyaniyeke dîrokî ya îradeyê bû.
Weke ku Bese Hozat gotiye: “Ev çekan ne tenê li dijî dewletê, li dijî serdestiya mêr, feodalîzm û qetlîama jinan jî axivîn.” Ev gotinan nîşan didin ku tevgera kurd aştiyê ne tenê weke têkoşîna li dijî dewletê, li dijî veguherîna xwe ya navxweyî jî dibîne. Hebûna Bese Hozat li wir semboleke zelal a têkoşîna jinan û pêşengiya siyasî bû. Ev rûmetek bû ku ne tenê ji fermandareke jin re, lê ji îdeala gel a wekheviyê re hat dayîn.
Diyalogên li kolanan dest pê kirin
Aştî li kolanan çêdibe, ne li qesran. Civînên gel ên Partiya DEMê li taxan pêk tîne yek ji mînakên herî zelal ên vê rastiyê ne. Ev civîn, qadên ku gel rasterast beşdarî nîqaşan dibin, gotinên xwe dibjin û bi hev re dest bi avakirina paşeroja xwe dikin in.
Civînên ku li her taxekê tên lidarxistin ne tenê zemînê ajandayên siyasî lê tên nîqaşkirin in, di heman demê de zemînê ku jin, ciwan, kal û pîr jî gotinên xwe tînin ziman in. Nûnertiya jinan a di van civînan de jî ji aliyê zayendî ve rê li ber aştiyê vekir. Ev nêzikatiya Partiya DEMê aşkere dike ku aştî ne tenê bi hevdîtinên di asta bilind de, bi daxwaz, êş û hêviyên gel jî pêk tê.
Rola jinan
Jin yek ji wan kesan e ku berdêla herî mezin a şer dide. Lê ew ne tenê mexdûrên şer in, di heman demê de damezrînerên aştiyê ne. Tevgera jinên kurd belkî di vê erdnîgariyê de têkoşîna jinan a herî sîstematîk û birêxistinkirî temsîl dike. Ev têkoşîn ne tenê li dijî tundiya mêr, li dijî tundiya dewletê û kapîtalîzmê ye jî.
Pêvajoya aştiyê ya bê jin wê ne temam be. Divê jinên kurd ne tenê alîgirên pêvajoyê bin, di heman demê de biryarderên vê pêvajoyê bin jî.
Aştî ne tenê danîna çekan e, aştî di heman demê de pêkanîna edaletê, eşkerekirina kesên ku kujerên wan tên veşartin, azadiya girtiyên siyasî, naskirina mafê zimanê dayikê û pêk anîna wekheviyê ye. Jin hem bi daxwaz û hem jî bi rêxistinbûna xwe namzet in ku di vê pêvajoyê de bi rola pêşengiyê rabin.
Banga aştiyê
Jin Jiyan Azadî ev her sê gotin ne tenê sloganek in, wek kurteya jin çawa nêzî aştiyê dibin in. Jin; welidandin, mezinbûn û teşedayîna jiyanê ye. Jiyan; Cihê pîroz ku hemû têkoşîn, evîn û windahî lê kom dibin e. Azadî encama van hemûyan e.
Tevgera jinên kurd ev her sê gotin ne tenê weke axaftin, weke kiryar jî bi cih anîne. Pêvajoya aştiyê divê li gorî van her sê têgehan pêk were. Pêvajoya aştiyê ya ku jin tê de cih digirin jî wê bibe pêvajoyeke ku jiyanê tamîr dike, birînan qenc dike û aştiya civakî ava dike.
Xwediyê aştiyê gel e
Aştî ne bereketa ji serî ber bi jêr ve ye, lê bi îradeya gel ji binî ber bi jor ve hatiye avakirin. Civînên giştî yên taxê yên Partiya DEMê, bilindbûna dengê jinan, hêviya ku bi danîna çekan çêdibe; Ev hemû nîşan dide ku jiyaneke nû gengaz e.
Gelê kurd ne tenê di vê pêvajoyê de daxwaza aştiyê dike; maf, edalet û azadiyê jî dixwaze. Ev daxwaz tenê eger pêvajo demokratîk, şefaf û berfireh be dikarin bên bicihanîn. Divê jin bibin stûna hilgirê vê pêvajoyê. Ji ber ku aştî tenê bi dengê jinan dikare bigihîje wateya xwe ya rastîn.
Pêvajoya aştiyê ya nû; wateya peymaneke nû ya civakî û jiyaneke nû ye. Eger em karibin vê pêvajoyê bi dest bixin, ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelan dikarin pêşerojeke adiltir, wekhevtir û azadtir ava bikin.
‘’Heta jin azad nebin civak nikare azad bibe; civakeke ku li ser xeta azadiya jinan radibe jî aştiyê mayînde dike.” Abdullah Ocalan