Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê agirbesta li Siwêdayê binpê dikin. Îro di danê sibehê de bi çekên giran çolterê bakurê Siwêdayê bombebaran kirin. Hêzên hikûmetê yên li gundê Rîma Hazimê bicih bûn, bi çekên giran û hewanan êrişî gundên Selîm û Etîlê kirin.
Piştî Hêzên Parastina Siwêdayê berviv dan êrişan, pevçûn derket.