18 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Şamê 2 gundên Siwêdayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li 2 gundên rojavayê Siwêdayê malên sivîlan bi çekên giran topbaran kirin.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şevê din jî agirbesta li Siwêdayê binpê kir û gundên Erîqa û El Xersa yên rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.

Topbaran ji gundê Dama ya li bakur-rojavayê Siwêda li dijî malên sivîlan pêk hat. Hêzên hikûmeta veguhêz di êrişê de çekên giran bikar anîn. Li gorî agahiyên ji wê derê hatine ragihandin, heta niha tu zirarên canî çênebûne.

Topbarana li gundên Erîqa û El Xersa jî di nav de di 24 saetên dawî de tundî û bê aramiya li herêmê zêdetir bûye. Çekdaran li gundê Resas a başûrê Siwêda bi fûzayekê germahiyê kemyonek zebzeyan gulebaran kir. Di encamê de sivîl birîndar bûn.

Di êrişeke din de li gundê Xerba ya di navbera sînorê parêzgehên Dera û Siwêda de ajokarê kamyoneke barhilgir ê ji Şamê ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Binpêkirin û êrişên bê ser û ber metirsiya têkçûna ewlehiyê li Siwêda û derdora wê zêdetir dike. Ev bê aramî ewlehiya sivîlan dixe xeteriyê. Ji bo parastina sivîlan tu garantî di herêmê de nemaye.