Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hefteya borî, artêşa Rûsyayê bajarokê Kotlîyarovka, Kîslovka û Novokalînovo kontrol kirine.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: “Di hefteyekê de yekîneyên koma hêzên rojava, bajarokê Kotlîyarovka, Kîslovka yê kantona Xerkovê rizgar kirin. Hêzên Rûsyayê 9 tugayên ukraynayî yên li herêma Stîlmaxovka, Novosîlovisko yên kantona Logansik, Novosadovo li Dontîsk, Sînkova li kantona Xarkîvê têk birin.”
Li gorî gelek raporan jî tê gotin hêzên Rûsyayê ketine nav sînorên kantona Xarkîvê û artêşa Rûsyayê vê sibê êriş kiriye.
Dîsa li gorî raporan, artêşa Rûsyayê di çend saetan de, gelek gund kontrol kirine; Strîlîtşa, Grasnî, Bîlna, Dorîsîvka, Zîlîn kontrol kirine û gihaştiye tixûbên herêma Hobtîvka û Kodîyvkayê.
Dema Rûsyayê dest bi êrişeke bejahî li kantona Xarkîvê ya li bakur rojhilatê Ukraynayê kir, serokê Ukraynayê Voldomîr Zelensky duh gotibû “şerên dijwar” li seranserê eniyê rû didin.