Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê ji bo belavkirina xwepêşandêrên li bajarê Senemên ê bakurê Derayê gule li wan reşandine. SOHR’ê ragihand ku hikumeta Şamê li bajarê Cermana yê gundewarê Şamê jî tevgerên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.
Xwepêşandanên ku 20’ê Tebaxê li Siwêdayê destpê kirin, hê jî dewam dikin. Xwepêşandan ji ber rewşa jiyanî ya xirab û çaresernekirina aloziya Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Şamê ve tên lidarxistin. Herêmên din ên Sûriyeyê û di serî de eşîrên li başûrê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriyê didin van xwepêşandanan.