Bi nêzbûna salvegera duyem a şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ re zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne. Di vê çarçoveyê de hêzên rejîmê derhênerê Kurd yê bi navê Reza Elayî binçavkirine û çarenûsa wî nediyare.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, bi nêzbûna salvegera duyem a şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ re zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
Li gor heman nûçeyê hat diyarkirin ku roja 11’ê Îlonê hêzên rejîma Îranê bêy ku biryara dadwer û belgeyek yasayî hebe, bi ser mala derhênerê Kurd Reza Elayî de girtine û ew binçavkirine.
Hat gotin ku ji roja Reza Elayî hatî girtin ve agahî jê nayê girtin û çarenûsa wî nayê zanîn.
Reza Elayî derhêner û filmsazekî Kurde xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Heta niha li ser gelek kurte film û filmên dirêj kar kiriye. Yek ji wan filman jî bi navê ‘Zeviyên qirêj’ ku bi wî filmî tevlî festîvalên filman ê navdewletî bûye.