8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên paramîlîter gorên şehîdan xera kirin!

Gorên şehîdan ên li Minbicê ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ve hatin xerakirin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî vê kiryarê dan.

Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê di Cejna Remezanê de dema ku çûn serdana gorên zarokên xwe yên şehîd, dîtin ku hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk gorên şehîdan şikandine û wêran kirine, ev yek di nava şêniyan de bû sedema herseke mezin. Ev kiryayên hêzên paramîlîter ên girêdayî dewlet Tirk di nav civakê de bû sedema nerazîbûnên tûnd. Kiryarên dij mirovî li ser malper û rûpelên medya dijîtal belav û gel ev rewş şermazar kir.

Malbatên şehîdan dan zanîn ku xerakirina goran binpêkirina pîroziya şehîdan e û hewldana ji holê rakirina sembolên têkoşîn û fedakariyê ye. Meclisên Malbatên Şehîdan li Heleb û Til Temrê der barê xerakirina Gorên Şehîdan ên li Minbicê daxuyanî dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ev kiryar bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li li Qada Cebanatan ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Henan Kedro ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk nirx û rêgezên mirovahiyê binpê dike ku gihiştiye asta wêrankirina goristan û cihên pîroz, weke çawa berê li Efrîn û Şehbayê ya dagirkirî kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev kiryarên dijminane, ne nû ne, ji ber ku beriya niha li Girê Spî, Serê Kaniyê û bakurê Kurdistanê sûcên bi vî rengî pêk anîne, hatiye kirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi rista xwe rabe û van kiryaran rawestînin. Her wiha  ji rayedarên Şamê û aliyên peywendîdar xwestin ku ji bo parastina pîroziyên neteweyî gavên rasteqîn bavêjin.

‘Hestên me êşand’

Li bajarê Til Temirê daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê Mihemed Eliyat ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Cejna Remezanê ye, li bajarê Minbicê kiryareke hovane qewimî ku hestên me êşand û rûmeta şehîdên me yên rewa binpê kirin. Kesên nediyar, bê wijdan û nirxên mirovahiyê, mezarên şehîdên ku canê xwe feda kirine, xera kirin. Ev kiryareke ku nayê efûkirin û nayê rewakirin e. Em bi tundî vê êrîşa eşkere ya li ser pîroziyên neteweyî şermezar dikin, û em bang li rayedarên peywendîdar dikin ku lêpirsînek lezgîn vekin da ku berpirsên vê kiryarê bên dadgehkirin.”

Li Kobanê nerazîbûn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê jî li dijî van êrîşan daxuyanî da. Daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê kurê şehîd Mehmûd, Ednan Elî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat got, “Em êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser goristana şehîdan a li Minbicê şermezar dikin. Her wiha ev ne cara ewile ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên welê li ser goristan şehîdan pêk tînin. Li Herêmên dagirkirî jî yên weke Efrîn, Şehba û Girê Sipî jî gelek caran ev kiryar li wir jî pêk hatin û goristanên şehîdan dihatin hedefgirtin û bombebarankirin. Ev kiryarên derexlaqî li ser şûnwarên pîroz, cihên dîrokî pêk tên û çanda gelan jî tê qirkirin. Ev êrîş li dijî goristanên sivîlan jî tên kirin. Em roj bi roj rû bi rûyê komkujiyan tên, divê hemû saziyên mirovî li dijî van kiriyaran dawî li bêdengiya xwe bînin.”