8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên leşkerî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişin

Di çarçoveya benda 6an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.

Di çarçoveya benda 6’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî niha tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.

1ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan peymanek ji 14 bendan îmze kiribû.

Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

YPG û YPJê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê ji taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê vedikişin û mîsyona parastina her du taxan radestî Asayîşê dikin.