12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Êrîşên li dijî welatiyan sûçe

DBP, Partiya Şoreşger, EHP, EMEP, ESP, SMF, SODAP, SYKP, TÎP, TOP û Partiya Çepên Kesk tekildarî êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin êriş rawestin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Şoreşger, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kede (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), SODAP, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), TOP, SYKP û Partiya Çepên Kesk tekildarî êrişên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebe daxuyaniyeke hevpar dan. Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişan dan û xwestin êriş rawestin.Daxuyaniya hevpar a partiyên siyasî wiha ye; “HTŞê ku di meha kanûna 2024an vir de li ser desthilatdariya Şamê ye bi hezên cîhadîst ve li dijî gel û baweriyên Sûriyê polîtikayeke ku ewlehiya gelan mîsoger bike nade pêş xwe. Desthilata HTŞê li dûrî pergaleke ku wekheviya gelan mîsoger bike rêve dibe û dixwazê hemû netew û bawerî ji wan re bîat bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên HTŞê komên cîhadîst ên giredayî wê li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rojanê berdewam dike û wiha hat gotin: “Li dijî welatiyên sivîl, nexweşxanê û qadên jiyanî yên welatiyan êrişan pêktînin. Li gor daneyan di êrişan de zarok jî hatinê qetilkirin. Êrişên li dijî welatiyên sivîl û nexweşxaneyan sûce şer e. Divê êriş demildest bên rawestandin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Desthilata Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî wekheviya hemû gel û baweriyan çareser bike, rastê rast piştgiriya hezên cîhadîst dide û Kurdan dike hedef. Ev yek nayê qebûlkirin. Em weke hezên ked û demokrasiyê li vir îlan dikin; Em ji bo azadî û wekheviyê piştgiriya têkoşîna gelên Sûriyeyê dikin.”