Li gorî nûçeyan NûJînha`yê, li bajarê Esfehan yê Îranê erkderên dewletê bi awayekî hemwext girtine ser gelek malan. Hat ragihandin ku serdegirtina malan a 21’ê Cotmehê de 10 jinên Belûcî hatine binçavkirin û tiştên wan ên şexsî hatine desteserkirin.
Navê 10 jinên Belucê ên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin wiha ne: Prasto Hosseini, Arzoo Sobhanian, Yeganeh Roohbakhsh, Shana Shoghifar, Bahare Lotfi, Neda Badakhsh (Agah), Mozhgan Shahrezaei, Yeganeh Sahi, Negin Khademi û Neda Emadi.
Nehat zanîn ku jin ji ber kîjan sedemê hatine binçavkirin an birine ku derê. Hat zanîn ku Yaganeh Masahi berê jî hatibû binçevkirin.