Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin. Di encama gulebaranê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn û 10 kolberên ku hatin binçavkirin jî hatin girtin.
Hat zanîn ku dema birîndaran rakirine nexweşxaneyê jî êşkence li wan hatiye kirin û kolber di beşa venêrîna awarte de tên dermankirin.