Çavdêrê Siyasî Mucaşe Temîmî li ser vê mijarê wiha got: “Ev tiştekî metirsîdare û wê bandorê li rewşa navxwe û herêmî bike.”
Çavdêrê Siyasî Mucaşe Temîmî têkildarî peywendiya hêzên Esîl Nucêfî ya li gel dewleta tirk agahiyên nû bi ajansa Rojnews re parve kir.
Mucaşe Temîmî diyar kir piştî ku waliyê berê yê Musilê Esil Nucêfî ji hêzên ‘pasewanên Ninowayê’ veqetiya, li kampên li Ninowayê peywendiya xwe li gel artêşa tirk danî.
Temîmî da zanîn ku belgeya peywendiya Nucêfî ya li gel dewleta tirk ew e ku hêzên çekdar ên girêdayî Nucêfî di kampên li Tirkiye de têne perwerdekirin.
Di dewamê de Mucaşe Temîmî dibêje: “Ev karesatek mezine ku Nucêfî pêve mijule. Ji ber ku ev yek li ber çavê hikûmeta Iraqê rû dide û ti tedbîrek li dijî wê nayê girtin. Ev jî di demek de pêk tê ku dewleta tirk bi aşkere xaka Iraqê dagir dike.”
Temîmî aşkera kir ku piştî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Enqereyê li gel hempîşeyê xwe yê tirk li ser avakirina odeya hevbeş a Iraq-Tirkiye lihevkirin, hêzên Esil Nucêfî cûdabûna xwe ji hêza ‘pasewanên Ninowayê’ ragihand. Temîmî got: “Piştî wê Nucêfî peywendî li gel hêzên Heşda Şebî de çêkir bi mercê ku çekdarên wî li baregehên dewleta tirk perwerdeya xwe ya leşkerî bibînin.”
Li gor gotina çavdêrê siyasî Mucaşe Temîmî, peywendiya hêzên Nucêfî ya dibin navê hêzên Heşda Şebî ya li gel delweta Tirk de pêwîstî bi dem û niyeta dilsozane ya her du aliyan heye. Temîmî got: “Ji berku li gor gelek kesan hêzên Heşda Şebî nêzî Îranê ne. Ji ber vê çendê wê bandora xwe li ser rewşa herêmî hebe. Hêzên Esil Nucêfî nêzî dewleta Tirkin û li baregeha Zîlkan a girêdayî dewleta Tirk a li navçeya Şêxan a li parêzgeha Ninowayê dimînin. Hêzên girêdayî Nucêfî berovajiyê hêzên din ên Heşda Şebî, di jêr çavdêrî û fermana efserên dewleta tirk de tên perwerdekirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Temîmî eşkere kir ku li gor lihevkirina di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê de, wê hêzên Nucêfî muçeyê xwe ji Bexdayê wergirin û ew hêz wê li baregeha Zîlkan di jêr fermanên Tirkiye de bin.
Esil Nucêfiyê ku yek ji serkirdeyên tundrew yê Suneyane, piştî rûxandina rejîma Baas peywendiyên wî li gel Kurdan de gelek xirab bû û hertim gefan li Herêma Kurdistan û Kurdan bi giştî dixwar. Lê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Musilê dagir kirin, Nucêfî peywendiyên xwe yên li gel binemala Barzanî de gelek xurt kir. Heta niha jî malbata Nucêfî û Barzanî hevpeymanên hev ên sereke ne û bi berdewam piştgiriya dewleta Tirk dikin.
Hêzên ‘Pasewanên Ninowa’ di sala 2014’an de ji aliyê Esil Nuceyfî bi xwe ve bi piştgiriya dewleta Tirk li parêzgeha Ninowayê hat avakirin. Ji aliyê tîmên hevbeş ên Emerîka û Tirkiye ve hatin perwerdekirin. Baregeha wan li Başîqa û Zîlkanê ne.