11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud: Îdîayên agirbestê nerast in êriş didomin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêxmeqsud a Helebê, destnîşan kir ku îdîayên dibêjin Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê agirbest îlan kiriye û li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir endamên Hêzên Ewlekariyê hene, ne rast in. Komên çete êrişên bi desteka balafirên dewleta tirk didomin.

Der barê îdîayên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dibêje li Şêxmeqsud agirbest îlan kiriye, her wiha têkildarî îdîayên wê  yên ku li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir çekdar hene  de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye: “Rayedarên desthilatdariya Şamê îdia dikin ku di vê kêliyê de li Şêxmeqsûd agirbest ragihandine û îddia dikin ku di Nexweşxaneya Xalid Fecir de hêzên me yên çekdar hene.

Ev herdu îdia jî ne rastin û ji rastiyê dûr in. Li taxê di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûn berdewam dikin. Çete bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya balafirên Bayraktar êrişên xwe berdewam dikin. Hêzên me jî parastina taxên xwe bi awayekî fedaiyane didomînin.

Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de jî îfade kiribû ku di nexweşxaneyê de hêzên me nîn in û kesên li wir hemû însanên sivîl in, kesên birîndar in, jin û zarok in.

Em dubare bang dikin ku saziyên mafê mirovan ên bê alî werin nexweşxaneyê kontrol bikin û rastiyê bi xwe belge bikin. Daxuyaniyên çeteyan bi armanca rewakirina komkujiya  ku dixwazin di nexweşxaneyê  de pêk bînin e.”