Nûçegihanên ajansa ANHA’yê ji herêmê ragihand ku di operasyona ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê daye desptêkirin, 45 kes hatin destgîrkirin.
Nûçegihanan diyar kir ku ew kes bi tawanên dizî, êriş û kuştinan hatine destgîrkirin. Her wiha diyar kirin ku miqdara çekan a bi wan kesan re hat dîtin, hatiye desteserkirin.