12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ewlehiya Hundirîn 84 çete girtin

Hêzên Ewlehiya Domdar operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Kampa holê di roja 6ˈan de berdewam kir. Hêzên Ewlehiya Hundirîn di 6 rojan de 84 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 6ˈan de dewam dike.

Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar di saetên sibehê de dest bi lêgerîn û paqijkirina beşên 2 û 4ˈemîn ên kampê kir. Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar daxuyanî da  û ragihand ku xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5ˈan û serjimarî û kontrolkirina nasnameyan li beşa Muhacîrat bi dawî bûn.

Di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku lêgerîn li beşa 1ˈemîn a penaberên ji Iraqê jî bi dawî bû û wiha got: “Operasyon bi tevkariya niştecihan û saziyan sivîl bi awayekî ewle bi rê ve çû. Armanc parastina ewlehiyê û rêgirtin li ber metirsiyên şaneyên çeteyên DAIŞˈê ye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja 5ˈan de hêzên operasyonê bi ser kozikên çeteyan de girtin û 11 çete hatin girtin. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku der barê bûyera kuştina jinekê de jî lêkolîn û lêpirsîneke berfireh hate kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Lêpirsîn bi 8 jinên DAIŞˈî re hat kirin. Di encamê de derket holê jinên ˈSaziya Husbeˈ ya girêdayî çeteyên DAIŞˈê yên li beşa Muhracîrat îşkence li jinê kiriye, piştre ew kuştiye.”

Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê sibeha îro operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li beşên 2 û 4ˈemîn dan destpêkirin.

Operasyona Ewlehiya Domdar a 6ˈê Mijdarê dest pê kir. Di 2 rojên pêşîn de Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar de zêdetirî 100 kîlometresêgoşe li gundewarên başûr û rojavayê Holê paqij kir. Bi lêgerîn û paqijkirina gundewarên Holê re Qonaxa Yekemîn ya operasyonê bi dawî bû û derbasî qonaxa duyemîn a paqijkirina navenda kampê bû.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiyê, di Qonaxa Yekemîn de 47 çete û hevkarên wê li gundewarê Holê hatin girtin.

Hêzên operasyonê di roja 3ˈyemîn de derbasî navenda kampa Holê bûn û xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşên kampê didomînin. Di vê qonaxê de 37 çete li navenda kampê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar, di operasyonê de heya niha 84 çete hatin girtin. Jineke DAIŞˈê ku hatibû kuştin û veşartin hatin dîtin, her wiha miqdareke çek û materyalên perwerdeya zarokan ên li gorî fikra DAIŞˈê hatin dîtin.