Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku bi hevkariya li gel Dezgeha Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê, 4 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê girtine.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin. Ragihandina Ewlekariye diyar kir ku hêzên Dije Terorê yên Iraqê bi hemahengiya Dezgeha Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê, li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtine.