Li Tirkiyeyê di hefteyên dawî de her rojê zêdeyî 200 kes bi vîrûsa Covîd-19 dimirin. Di hefteya dawî de Hezar û 298 kes bi vîrûsa Covîd-19 mirin. Li gorî daneyên Platforma Agahdarkirina Covîd-19 ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, di 4’ê cotmehê de 248 kes, di 3’ê cotmehê de 194 kes, di 2’ê cotmehê de 203 kes, di 1’ê cotmehê de 210 kes, di 30’ê îlonê de 216 kes û di 29’ê îlonê de jî 227 kes bi covîd-19 mirin. Di 2 hefteyên dawî de 2 hezar û 903 kes bi vîrûsê mirin. Hefteya borî 1605 kes mirin.
Hefteya borî Hezar û 605 kes mirin
Li Tirkiyeyê di navbera 18 û 24’ê îlonê de Hezar û 605 kes bi vîrûsa Covîd-19 mirin. Di hefteya borî de 192 hezar û 794 kes bi şewba vîrûsê ketin. 8 hezar 567 kesên bi şewbê ketin rakirin nexweşxaneyê û jê Hezar 422 kes jî bi giranî derbas kirin. Heta 24’ê Îlonê 62 hezar û 745 kesan jiyana xwe ji dest dan.