12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza xwe ji hişê xwe digire

Rojnameya Yenî Yaşamê 6 sal li pey xwe hişt. Edîtorê Rojnameyê Ahmet Guneş, anî ziman ku rojname hêza xwe ji kevneşopiya xwe û şehîdên çapemeniyê digire û wiha got: “Em ji berê mezintir in.”

Rêwîtiya kevneşopiya çapemeniya azad ji salên 80-90’î de dest pê dike. Ev kevneşopiya çapemeniya azad hêza xwe ji hişê civakî, heqîqetê û gel digire. Her ku bû deng û çavê gel û rê nîşanî gel da, bêtir xurt û bi hêz bû. Her ku rastî ronî kir, gel bêtir hişyar bû û bêtir li nirxên xwe xwedî derket. Li aliyê din bêtir bû hedefa hêza desthilatê. Her ku di ronîkirina rastî û heqîqetê de israr kir bêtir bedel dan. Her ku bedel dan, gel bêtir li dora rojnameyê kom û li çapemeniya xwe xwedî derket.

Hêzên desthilatê ji bo rastî ronî nebin û piştgiriya gel bişkîne, di serî de Musa Anter, Huseyîn Denîz, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe û bi dehan rojnamegerên din qetil kirin. Rojname girtin. Buro bombe kirin. Lê her rojnameyek girtin, li şûna wê rojnameyek din dest bi weşanê kir. Her ku nûçegîhanek qetil kirin, li şûna wê bi dehan ciwanên kurd bûn nûçegîhanê dildar û dest bi rojnamegeriyê kirin. Herî dawî bi komî darbeya mezin li çapemeniya azad xistin. Hêza desthilat piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an gelek rojname, kovar û ajansên ku kevneşopiya çapemeniya azad dimeşînin girtin. Dîsa gelek rojname û ajansên din bi navekî nû dest bi weşanê kirin. Lê dîsa hêzên desthilatê xwestin rastî û heqîqetan tarî bikin û heta 2018’an jî gelek rojname, ajans û saziyên din ên çapemeniyê girtin. Wekî her carê gelê kurd ji bo hawara xwe bigîne gelên cîhanê û rastiya xwe bi gelê cîhanê re parve bike, kevneşopiya xwe berdewam kir. Gelek rojname, ajans û saziyên din ên çapemeniyê ava kirin. Yek ji van rojnameyên ku di 2018’an de dest bi weşanê kir, Rojnameya Yenî Yaşamê ye. Rojnameya Yenî Yaşamê di 25’ê Gulana 2018’an de dest bi weşanê kir û 6 sal in hewl dide bibe hawara gelê Kurdistan, Tirkiyeyê. Hewl dide bibe dengê hemû gelên bindest. Bibe deng û çavê hemû hêzên sosyalist, demokrat, aştîxwaz û baweriyên cuda.

Dê bi xwîner û nivîskaran re bicive

Rojname dê di sala 6’emîn de disa bi xwîner, nivîskar û xebatkarên xwe re bicive. Ji bo politika, ziman û naveroka weşanê xurtir bike dê dîsa niqaşên fireh bikin. Lê weşana xwe ya borî binirxînin û hewl bidin kêmasiyên berê dubare nekin. Dê li gorî nirxandin û hiqaşan weşanek nû bitin pêş xwe. Rojname bi minasebeta 6’emîn saliya xwe li gel xwîner, nivîskar û xebatkarê xwe îro şahiyekê pêk tîne û 6 saliya xwe pîroz dike.

Ji her demê mezintir in

Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş ewil bal kişand ser 6 sal berê û wiha got: “Beriya ku em dest bi weşana rojnameyê bikin, em bi nivîskar û edîtorê rojnameyê re civiyan. Me li ser armanc, naverok û politikaya weşanê niqaşek fireh kir. Di serî de em li ser armanca xwe rawestiyan. Me got armanca me çiye. Xwîner ji me çi dixwazin. Zimanê me yê weşanê dê çawa be? Ji bo Kurdistanê em ê weşanek çawa bikin û li Tirkiyeyê em ê weşanek çawa bikin? Em li ser gelek pirsan rawestiyan û me li gorî wê dest bi weşanê kir. Em li ser nivîskaran, politikaya weşanê, zimanê weşanê, şekle mîzampayê berfirehî rawestiyan. Rojnameyê 6 salan li pey xwe hişt. Dema em derketin şert û merc cuda bûn. Lê niha şert û merc cudatir bûn.”

Hêza xwe ji tecrûbeyên şehidan digirin

Guneş, li ser şert û mercan û hêza çavkaniya rojnameyê jî rawestiya û wiha axivî: “Kevneşopiyek me ya dirêj heye. Rojnamegerên kurd xwedî tecrube nin. Gelek hevalên me di vê rêyê de şehit ketin. Em hêza xwe ji rojnamegeriya wan û tecbureyên wan digirin. Wan ji bo me kevneşopiyek xurt hişt. Wan zanîn, kevneşopî û xetek li pey xwe hişt. Xeta wan ji bo me dibe rêgeh. Berê hevalên me çawa xebitîn? Xeteke çawa, zimanekî çawa esas girtin? Polîtîkayek çawa, weşanek çawa dan pêş xwe? Ev ji bo me dibe hêz û rê.”

Rojnameyên berê hişê me ye

Edîtorê rojnameyê Guneş, bal kişand ser bandora rojnameyên Ulke, Ozgur Ulke, Gundem, Ozgur Gundem, Demokrasî û rojnameyên ku di vê rêçê de weşan kirin û wiha berdewam kir: “Eger îro em hene û bi hêz in, bi mîrateya van rojnameyan û hêza van rojnameyan hene û bi hêz in. Ew hemû rojnameyên berê ji bo me dibe tecrûde. Rê nîşan didin û rêbertiyekê dikin. Ew ji bo me hiş û hafizayek e. Em hêza xwe ji wî hiş û hafizayê digirin. Em wê hafizayê dîsa tînin ber çavan û li gorî wê em weşana xwe berdewam dikin.”

Em wê kevneşopiyê tu car ji bîr nakin

Guneş, bal kişand ser rojnameya Ozgur Gundemê u wiha pêde çû: “Dewletê bi ser saziya Ozgur Gundemê de girt. Qeyûm tayînî wê kir. Hemû amûrên rojnameyê desteser kirin. Dest danîn ser çapxaneyê. Wê demê şert û merc zor bûn. Lê tecrübe û zanînek ji bo me hişt. Em wan tecbûreyên wan tu carî nikarin înkar û paşguh bikin. Em dixwazin navê wan hevalan her tim bibîr bînin û mîrateya ku ji mere hiştine mezintir û xurttir bikin. Em bi vê armancê ketine rê û dimeşin.”

Dê her dem rastiyê bibînin

Ahmet Guneş, bilev kir ku dema Yenî Yaşamê dest bi weşanê kir, hêza xwe ji hafizaya xwe girt û ket rê. Edîtor Guneş da zanîn ku dewlet îro dixwaze dîsa rojnameyê bigire û ev tişt lê zêde kir: “Ji bo vê yekê em hem xwe diparêzin, hem jî naxwazin xwe ji rastî û heqîqeta heyî jî dûr bixin. Eger şer li ser vê axê hebe, em ê vî şerê heyî bidin. Eger qeyrana aborî, talankirina ekolojiye hebe em ê wê jî bidin. Pirsgirêkên ciwanan, jinan, gelê bindest çiye em ê wan bibînin û bi raya giştî re parve bikin. Daxwaza gelê kurd çiye, pirsgirêkên gelê kurd çine em ê bibînin û bidin. Me got em ê kê bibînin û xwe bigînin kê? Em li ser wan axivîn û li gorî wê me rê da pêş xwe. Niha em derbasî sala 6’emîn dibin.”

Me xwînerê xwe bê agahî nehişt

Guneş, weşana 6 salan jî nirxand û destnîşan kir ku tişta danîbûn pêşiya  xwe azadiya gelê kurd û çareseriya pirsgirêka gelê kurd bû û ev agahî parve kirin: “Me ditina pirsgirêkên jin, ciwan, zarok, xwendekar, karker û gelên ku mafên wan tên binpêkirin, ji bo xwe kiribû armanc. Me hewl da van pirsgirêkan bibînin û çareseriyê dînin holê. Îro li Tirkiyeyê rojev pir zû tê guhertin. Her roj rojev diguhere. Em hewl didin ku hemû geşedanên derdiven pêş bibînin û rastiya wê tînin holê. Lê dîsa kêmasiyên me hene. Ji ber vê yekê em dîsa dixwazin bi xwînerên xwe re bên cem hev û çavdêriyên wan, rexne û pêşniyarên wan jî bigirin. Niha em li hev kom dibin. Me 6 sal li pey xwe hişt. Me rojekê jî xwînerên xwe bê nûçe û bê agahî nehişt. Şert û merc çi dibe bila bibe me rojekê jî xwînerên xwe bê rojname nehişt. Lê dîsa  gelek tiştên ku me xwest binivîsin û bibînin ku me nedîtiye û nenivîsandiye jî hene. Gelek rojname hatin girtin û em bi rojnameyek nû derketin pêşberî xwînerên xwe. Heta demekê ji ber rojname nû bû navê wê nehat naskirin. Heta demekê xwîner dibirsin. Dibêjin ev çiye weşanek çawa dike û lêkolîn dikin. Piştî gelê me em nas kirin, bêtir li me xwedî derket.”

Zext bi dawî nebûne

Ahmet Guneş, ji bo sala nû li ser weşan û xebata nû rawestiya û wiha zêde kir: “Di serî de me hin dabû pêş xwe. Me hin bername û kar dabû pêş xwe. Me hinek kir hinek nekir. Di van salan de hin hevalên me hatin binçavkirin, hin hatin girtin û ceza xwarin. Yên çûn Ewropa hene. Barekî giran li ser milê me ye. Gelek hevalên me di vê oxirê de şehit bûne. Barekî giran û erkekî giran ji bo me hiştine. Em îro çiqas daxwazên wan xeyalên wan pêk tînin. Em îro vana dîsa di ber çavan re derbas dikin. Li aliyê din em li gorî pêdiviyên demê, civakê û teknolojiye berdewam dikin.”

Em ji berê mezintir in

Herî dawî Ahmet Guneş destnîşan kir ku dema wan dest bi weşanê kir, bi komek biçûk dest bi xebatê kir û got: “Lê îro hem bi nivîskar û xwînerên xwe, hem jî bi xebatkarên xwe em ji berê mezintir in û em ê hîn jî mezintir bibin.”