Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertê tecrîda herî giran de hêza xwe ya pratîk û teorîk nîşan da. Bi bangên xwe yên dawî destnîşan kir ku hêz, biryar, vîn û zanîna wî ya teorîk, pratîk û fizîkî heye ku meseleya Kurd ji zemîna şer û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyaseta demokartîk bike.
Her çend gavên ku ji dewletê têne xwestin; dewlet van gavan neavêje jî; Rêber Abdullah Ocalan li gel şertê tecrîda giran dîsa bi guhertinên radîkal bala hemû cîhanê dikişine ser xwe. Bi peyamên ku wekî manîfestoya çareseriyê û nexşerêya xelasiya gelan e piştgiriyek mezin digire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibata 2025an de hemû dewlet û raya giştî matmayî hişt. Bi paradîgma û manîfestoya nû nexneşek nû danî pêşiya Tirkiye û Kurdistaniyan. Dîsa di vê bangê de ji PKKê xwest xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. PKKê jî bi lez bersîv da û di 11ê Tîrmehê de bi merasima Koma Aştî û Civaka Demokratîk bersîv da vê banga Abdullah Ocalan. Vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bersîva koma PKKê ya merasima îmhakirina çekan, nîşan da ku hêza Abdullah Ocalan çiqas zêde ye ku çekan bide şewitandin. Nîşan da ku gelê Kurd, PKK, KCK û hemû hêzên tevgera azadiyê çiqas girêdayî Rêberê xwe Rêber Abdullah Ocalan in. Nîşan da ku gelê cîhanê piştgiriyek mezin didin wî.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1999an heta niha 26 salin her tim ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk têbikoşe. 26 salên li zindana Îmraliyê ku wekî tirb/gorê pênase dikir, ji bo aştiyek bi rûmet û neteweya demokratîk, civaka demokratîk û komara demokratîk li ber xwe da. Di vê çala bêbinî de jiyaneke nû ava kir.
Bê bîra xwîneran herî dawî 6 sal berê di 8ê Tebaxa 2019an de bi rêya parêzeran bang li dewletê kiribû. Ji dewletê xwestibû ku vîna çareseriyê nîşan bidin û bi hevre vê meseleya Kurd çareser bikin. Di 8ê Tebaxa 2019an de Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe peyama “Ez hewil didim cih ji gelê Kurd re vekim. Werin em meseleya Kurdan çareser bikin.”
Rêber Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de dibêje; “Ez dikarim di hefteyekê de şer bi dawî bikim. Ez dikarim çareser bikim. Ez bi xwe û hêza xwe baweri im. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta dikeve ser milê wê bike.” Me dit ku wê demê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê û aştiyê amade bû. Lê dewletê hem tecrîd giran kir û hem jî girtin, binçavkirin û cezakirin zêde kir. Piştî vê bangê dewletê tecrîda kûr danî Ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi her awayî têkiliya bi îmraliyê re qut kir. Aqilê dewletê li şûna gavan biavêje û meseleyê çareser bike, bêtir tecrîd giran kir û 43 mehan tecrîda mutlaq pêş xist.
Lê ruxmê tecrîda giran û mutlaq dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tawîz neda. Ji hewldan û biryara xwe ya çaresekriya demokratîk û aştiyê gav paşve neavêt. Taliya talî Dewlet Bahçelî bang li Abdullah Ocalan kir û xwest meseleyê çareser bike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî tecrîda giran a 43 mehan yekem car di 23ê Cotmeha 2024an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de tenê bi hevokekê hêza xwe ya çareseriyê nîşan da. Got; “Tecrîd didome. Şert û mercên fizîkî û zagonî bên avakirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê zemîna şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.”
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di serê cotmeha2024an de li meclisê bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Eger tecrîd bê rakirin bila bê li meclisê bang bike. Bila li Meclisa mezin a Tirkiyeyê di koma DEM Partiyê de bi axive. Bila bibêje rêxistinê xwe fesix kiriye. Eger vê biryar û dîrayetê nîşan bide. Bila guhertinên zagonî yên der barê ‘Mafê Hêviyê’ bên sazkirin. Ji bo ji mafê hêviyê sûdê bigire bila rê li pê wî bên vekirin.”
Piştî vê banga Dewlet Bahçelî, Omer Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan bi hevokekê sekn û biryara xwe ya çareseriyê nîşan da û xwest dewlet rê li pêşiya wî veke da ku pirsgirêkê çareser bike. Ji wê pêvajoyê heta niha şandeya DEM Partiyê 6 caran bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di her hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan di şertê tecrîdê û zor de dîsa cewherê nexşerêyê pêşkêşî dewletê, meclisê, rêxistinên siyasî û saziyên civakî kir. Bang li PKKê kir. PKKê banga wî pêk anî. Gelê Kurd û PKKê piştgirî da û li gorî bangê tev geriya. Nûnerên sazî, partî û rêxistinên cîhanê piştgirî dan bangê. Rewşenbir û akademîsyenên ku xelatên nobelê girtibûn piştgirî dan. Ev nîşan dide ku hêza Rêber Abdullah Ocalan a fikra guhertin û veguhertinê çiqas zêde ye.