10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza herî zindî û pak kurd in

Çi li Sûriyeyê, çi li Îranê û çi li Tirkiyeyê dermanê çareseriyê tenê kurd in, çand û bîrdoziya kurdan e. Dewletên li ser Kurdistanê dagirker in an dê hebûna kurdan li gor daxwaz û hêviyên kurdan bipejirînin an dê têk biçin.

Em ketin saleke nû, sala 2025an. Bêguman hatina her saleke nû, ji bo gelan bi xwe re hêviyên nû û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên heyî tine. Ji qasî tê bîra mirovahiyê û vir ve li Rojhilata Navîn şer, pevçûn û pirsgirêk bi dawî nebûne. Dem bi dem kêm, dem bi dem zêde bibin jî, ji ber sedemên piralî yên erdnîgarî, aborî, siyasî, leşkerî û bi taybetî bîrdozî, ev der bûye qada şer û pevçûnan û îro hatiye ber devê deriyê çareseriya vê yekê. Di vê çarîka duyem a sedsalê ku em bi hatina 2025an dikevinê de gelên herêmê li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, ji ber ku ji şer û pevçûnên du hezar salan westiyane. Ji şerê makedon, yewnan û romiyan ê li dijî medî û persiyan, ji şerê xaçperestan ê li dijî îslamperestan, ji şerê osmaniyan ê li dijî aramiya gelan, ji şerê ewropiyan ê li dijî asiyayiyan û herî dawî ji şerê tirkan ê li dijî kurdan êdî ev ax westiya û bêmafiya li ser rûyê xwe nema dikare rake. Ji bo wê ji nav xwe hêzeke zindî derxist û niha dixwaze bi vê hêza zindî qedera herêmê bide guhertin.

Gava ku em li dîroka gelên li herêmê binihêrin, ên herî zêde hatine mexdûrkirin kurd in, piştre bi rêzê asûrî û ermenî tên. Jixwe gelên berê li Anatoliyayê hebûn û bi destê dewleta tirk ketin nav pêvajoya xweînkarkirinê û îro xwe wek tirk bi nav dikin jî birîneke din a vê axê ye.

Her sê miletên li ser kurdan desthilat in, tirk, ereb û fars ji salên damezirandina xwe û vir ve bi sazûmana desthilatî û şer tên birêvebirin, di van salên dûvdirêj de him westiyan û him ji ber guhertinên mirovî û demokratîk bi xwe re çênekirin bi paş de man û niha bûne hêzeke kevnare, wek dara pir stûr lê hundirê wê pûç.

Li Îranê bîrdoziyeke li ser bingeha zilmdariya olî xwe bi rê ve dibe, tenê bi zêdekirina dardekirinan xwe li ser pê digire û hatiye radeya hilweşînê.

Li Sûriyeyê sazûmana bi nijadperestiya ereb xwe bi rê ve dibir rûxiya û niha di nav destê cîhadîstan de li ber hilweşîneke duyem e. Herçendî hêzên navdewletî Colanî li şûna Beşar Esad danîbin Şamê jî, siberoja wî nediyar e û her gav dikare ciyê xwe bide yekî din. Colanî ne di wê hêz û çandê de ye, ku Sûriyeyeke demokratîk a ku rêzê li mafê hemû gel, çand û olan digire bi rê ve bibe. Ji bo wê hebûna wî demborî ye. Deriyê bîrûbaweriya Colanî ji şerekî navxweyî yê ereban re vekirî ye.

Rewşa sazûmana li Tirkiyeyê jixwe ji ya tevan kambaxtir e.  Nijadperestiya tirkitiyê gihiştiye asta pesindana dagirkirina welatên cînar. Di çapemeniya tirk de ketina Colanî ya Şamê wek ketina Erdogan a Şamê tê hesibandin û dibêjin: “Niha dor hatiye ketina Qûdsê”. Lê li aliyê din artêşa Îsraîlê di nav axa Sûriyê de têra xwe bi pêş de diçe. Ger demeke din artêşa Îsraîlê bikeve Şamê û ji Colanî re bibêje, “Oxir be!” wê demê wê çapemeniya tirk çi bibêje?

Dûvê Dewleta Tirk a li ser înkar, îmha, dagirkirin, talan û mafxwariyê hatiye damezirandin û xwe bi rê ve dibe îro ketiye navbera derî û zîlên. Tu derî vekî jî kazînî pê dikeve, tu derî bigirî jî kazînî pê dikeve.

Di sala 1984an de têkoşerên kurd li Erûh û Şemzînanê çalakî pêk anîn û damezirandina Artêşa Rizgariya Kurdistanê ragihandin. Wê demê jimara têkoşerên tev li vê damezirandinê bûn ji çilî ne zêdetir bû, ev bû çil sal, Dewleta Tirk dibêje “sê-çar kes mane, me koka wan qedandiye…” Lê ji pêşketinên siyasî, civakî û leşkerî diyar dibe ku di rastiyê de koka wan bi xwe li ber qedandinê ye. Artêşa Rizgariya Kurdistanê ji çil kesî gihişt çil hezar kesî, piştgirên wê ji çar kesan gihiştin çil hezaran, hebûna wê ji parçeyekî derbasî her çar parçeyan bû û li her çar aliyê cîhanê hat nasîn. Li dijî vê yekê Dewleta Tirk li welêt û li derveyî welêt bêhêz ket, aboriya wê li ber têkçûnê ye, li ber devê deriyê Yekîtiya Ewropayê bû dar, bû êzing û derî lê venakin, bi hevalbendên xwe yên NATOyê Îsraîl, Fransa û Amerîkayê re bi hev nake, her roj senatorên Amerîkî guhê wan dikişînin, govenda bi Rûsyayê re girtibû jî bi dawî bû û bi ser neket. Niha di dest de maye serlêdana dek û dolabên Osmanî yên dîrokî. Wek gera Mustefa Kemal a berî damezirandina Tirkiyeyê ya li Sêwas û Erziromê, niha dîsa muhtacî kurdan bûne û dixwazin bi awayekî kurdan bixapînin, ji hebûna wan, hêza wan û mirovbûna wan sûd bigirin û temenê xwe dirêj bikin. Ji bo wê nijadperestê herî paşverû Bahçelî, bangî birêz Ocalan dike û li ber digere ku riyekê ji wan re veke.

Lê neduristbûna hikûmeta tirk ji vir diyar e: Di serî de Abdullah Ocalan, Selahadîn Demîrtaş û gelek kurdên din û girtiyên nexweş hê di zindanê de ne, heta ev neyên berdan, hikûmet çi bibêje derew e. Du: Ew hê li Rojava bi hezaran çete û teroristan xwedî dikin û êrîşî ser gelê me dikin, heta hêzên xwe ji Rojava venekişînin û hêzên çete belav nekin, hikûmet çi bibêje derew e. Sê: Heta qala çekberdana kurdan û terorîstbûna wan bikin û ew bi xwe çekên xwe ranewestînin û teroristiya bi sed salan a li dijî gelê kurd û gelên herêmê dikin nepejirînin û hesabê vê nedin hikûmet çi bibêje derew e.

Gelê kurd îro xwediyê hêzeke zindî û pak e, têkoşerên kurd welatê kesî dagir nekirine, mafên kesî nexwarine, xwîna kesî nerijandine, talan û destavêtin li ser erda tu gelî bi rê ve nebirine. Ji bo wê çi li Sûriyeyê, çi li Îranê û çi li Tirkiyeyê dermanê çareseriyê tenê kurd in, çand û bîrdoziya kurdan e. Dewletên li ser Kurdistanê dagirker in an dê hebûna kurdan li gor daxwaz û hêviyên kurdan bipejirînin an dê têk biçin, riya sêyemîn tine ye.