17 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêz û hêzdayîna Jinê

Çi bibêjim îro Kurdiya reş li Qada Şêx Seîd rewan e, bila Şêxê min û we serê xwe hilde, awiran bide me, awirên dilşadiyê û dengê xwe yê wê şevê li ber sêdarê çendik û çendbare bike.

Divê tev li Kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd bibûma. Bi lezûbeza sihara sibê gihaştim hevalê min ê girtîgehê Îlhan û rêzdar M. Salih. Bi xweşsohbetekê em gihaştin Amedê. Kongre xweş derbasbû, bi rexne û hêviyên xweş ên xebata dahatûyê  sînerjiya dema nû ya aştî û demokrasiyê, demeke watedar derbasbû. Paşê ew dageriyan. Ê min hişê min li ser Fuara Pirtûkan a Deriyê Çiyê ya li Qada Şêx Seîd bû û şopandina Meşa Jinan a bi daxwaza “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” bû. Yê ji Parqa Şemsê Alak bimeşiyana heta ber Camiya Mezin (Ulu Cami). Ya rast van rojan hestewariyekê ez girtime û sinerjiya têkoşîna zêdeyî pêncî salî him ez dilşa kirime û him jî xistime qilqileyê. Lewra dijberê me qet sûd ji xisletên mirovahiyê negirtine. Lê me rêya rast zevtkiriye û me ne xem e, lê were û ji dilê min re bibêje.

Bi çend pirsên hişgiranî min hinek hevalên şopdarên heqîqetê leqandin, “gelo em hatine ser rûyê vê dinyê çi û çima em ê herin. De ka bi milyaran nifşên beriya me û piştî me bidin  ber çavan! Kedeke bêhempa, gezek nan û çûyina pêxela axê rût û şilftazî! Me têra xwe şadbûna hebûnê jî nejiya! Sewdayeke xeyalî, lêgerîneke rastiya hebûnê û azadî!.” Me hinek hev bir û anî, lê hişê min têr nebû. Lê ev hewldan, ev têkoşîn û berxwedana azadiyê bes e û sertêre ku me hêzek ji Amarayî stendiye û rêwîtî her berdewam e, dawiya pirsan, jiyanê û hebûnê tuneye.

Berxwdan xweşahenga jiyanê ye. Hezkirin û xwestina ji dil a lêgerîn û têkoşîna azadiyê bes e. Bi hêzeke miraqdarî û zûdîteneke rewşa Deriyê Çiyê ya Fuarê ya Qada Şêx Seîd bibêjê bi nîvserxoşî li qadê geriyam. Merheba bo dildarên Kurdî, dîtina pirtûkên Kurdî li vira dilê min dileqand, bila kêmasî, rexne li aliyekî bimînin. Tew dîtina dostên hêja, rêhevalên girtîgehê yên rojên teng! Nizam çi bibêjim. Hişê min diçû û dihat; va Sînemaya Dîlan, bi heyecana ku li afîşa filmekî binêrim, ketina korta ava barana biharê û lêwitandina pantorê nû û bêsebriya xortaniyê, a ha li wira di Newroza ewil de li kolanan li Amedê, li ber Sînemaya Dîlanê li Deriyê Çiyê bi Leyla Zana, Xetîp Dîcle û gelek hêjayan re govend, êrişa neyar, heyecan û dûxana lastîkan a kolanên Amedê, pevçûn, berxwedan û Newroz. Bîranîn dîbarîn. Va li dewsa vê nexweşxaneya taybet Bower Hospîtal Sinemaya Yenişehirê hebû ku me di etûtan de bi dizî li fîlmên şevînî yên qada vekirî dinêrî (Em xwendekarê Mekteba Mamosteyan bûn ku niha bûye liseya Gaffar Okan û Dîlan filmên T.Şoray; Yenişehir jî yên Y. Güney dianîn, nîşan didan) û “Hudutlarin Kanunu” ya Yılmaz Güney ez bi girî vekiribûm. Ew Kurdî-Tirkiya şikestî, ew peyva “ben geçeceksin, bû şev ben hidûdî geçeceksin’…” dilo heyran va hebûna te/we ya di fîlmekî de, rondik rewan. Li hêla Aslan Palasê ciyekî bîrafiroş hebû, me got, bila polês ji me biqerin, bi pey me nekevin bi rêwiyekî çûyîna çiyê re, ketina wira, lewra dizanibûn şoreşger naçin bîraxaneyan, rewşa wê deme, de gidî dilo. Herê.

Di 71ê de ku me rêveberiya dibistanê ji Komandoyên Turkeşçiyên wê demê stend, di 5ê nîsanê de û bi govend ji Stesyona Amedê (Dewsa M. Egîtîm Md. Egîtîm Enstîtusu bû, me li wira dixwend, rêveberiya xwendekaran bi îdareya mektebê re rêveberî dikir, rêveberiyeke hevpar,li zanîngeh û mektebên bilind wê demê rewş wisa bû) heta Deriyê Çiyê govend halan ku polêsan pêşiya me girt, aqildarekî gotîbû; “heyra li mektebê hilbijartin hebû, me hatina Atatirk a Diyarbakirê pîroz nekiribû encex giha.” Pê re ken, tirs, kelecana xortaniya çepgirî-welatparêzî. Çi bibêjim îro Kurdiya Reş li Qada Şêx Seîd rewan e, bila Şêxê min û we serê xwe hilde, awiran bide me, awirên dilşadiyê û dengê xwe yê wê şevê li ber sêdarê çendbare bike. Ma va rihê wî şad e, de heyra bila kêmasî wir de herin. Ê min dilê min li ber awirên rûhê esîl ê Şêxê hêja ye, bi nermînî!

De ka em herin ber Şaredariyê, Parqa Şemsê Alak. Erê polês pir zêde ne, bila be. Şahî û şadiya dayikan, germahî belavdikir li qadê, li hêlekê govend û qîrên daxwaza aştî û azadiyê, li hêlekê lezûbeza Hûriyên hemdem, erê bavo jinên me lingsivik û avakar in. Min hêza jinê hîsdikir ku ev hêza jiyanê ye. Dilê min çargopal, na mêr nedixwestin. Digotin bila dema meşê li pey me bin, ser çavan heyra! Ê heyra meşa destpêkê, ji parqê ber bi Deriyê Çiyê avek bi coş a mîna Tîjle-Dîcle herikî, asteng berhewa, rengorengiya jinan wek pir-rengiya kulîlkên biharê û herikîn. Carinan sekin, dirûşme û herikîn. Erê şoreş ev e, ne bi peyvan, bi hebûnî; jinên navsere, ciwan, keç, keçên nûgîhan, gundî, karker, mamoste, prof û hema her reng û her cure jin; çi bawerî, çi gelên cuda, ji her qadên jiyanê jin diherikîn li Amedê û xwesteka azadî, aştî, demokrasî û Ocalan, azadiya Ocalan. Helbet, Jin Jiyan Azadî. Va şoreş ev e, hêza jinê ev e û yê hêzê dide jinan ev e! Ma roj tê înkarkirin! Na, ev ne propagandeyeke rijî ye, bila Kurd serbilind bin, ev heqîqet e, evîn e, jiyan e û roj nayê înkarkirin, Kurd jî. Ev berhema keda sedsalan e ku di pêncî salên dawiyê de kulîlik

vekiriye, bila dinya bibîne, bila dinya “bibihîse”! Çaryana Deriyê Çiyê, Kolana Gazî û ber bi Camiya Mezin; dewsa mirîd, îbadetkar û malnişînan, dewsa Agirhez, Mîtrayî-Zerdûştî-Mûsayî-Îsayî-Mihemediyan; jinan kulîlik vedikirin, silav û hezkirina dilê xwe bi wan re parvedikirin û coşî; coş û hêza jiyanê belavdikirin heta Toros, Gebar,Cûdî, Ararat û Qendîlê; heta Hewlêr, Rewandiz, Mehabad, Ûrmiye, Qamişlo û Kobanê. Hêza hebûnê ya têkoşîn û berxwedanê, ya evîn û heqîqetê. Va evîna Mem û Zîn dibe jiyan silavê dide sewdaliyê dilan, dilên netewî Ehmedê Xanî. Qada ber Camiya Mezin îro rojeke watedar a nedîtî, nebûyî diyarî dinyayê, diyarî dîrokê û mirovahiyê dikir!

Yekî weke min ê dilşewat pir wate dida vê rojê, vê meşê vê jiyanê; keça dilê min, gurcika dilê min, Xêlya min, xwendekarên min, rêhevalên min, dost û hezkiriyên dilê min(mixabin hevsera min-hevjîna min ji ber nexweşiyê ne li vir e, lê dilê wê yê ku bi têkoşînê stiriye, lê dide li vir e) dilpareyên min li vir Tew du kalên me yên Şûtî (Şûtê, gundekî Stewrêya Mêrdînê); mêr û jin hatibûn, mêr meşiya, peywira xwe, evîna dilê xwe anî cîh, lê ya jin hevsera wî ji ber emrê dirêj, ji ber yextiyariyê nemeşiya li cîh ma. Lê jîr bû ha, telefona xwe dabû zabite digot, li wan bigere bila dengê wan bê min û min ji bîr nekin. Em ê çawa te ji bîrabikin, li wir bihêlin Delalê. Va hêza gel, hêza gel, destdayîna hev a gel, şoreş ev e, bila her kes bibîne! Dilê min, dilê me bi van jinên têkoşêr lê dida, li vegerê, dilxweşiya çalakiyê û hurmetê û şadîparvekirina destqelişiyên afirînêr. Êrê lo, erê lê peyv têrê nake, dîtinî hîskirin esas e ku dil evîndar be.

Hêza Jinê û yê/yên ku hêz dan Jinê îro Amed hejandin, rohnî kirin, deng dan dinyê, hevî xurt kirin ku jiyan hêjayî jiyan, jin û jînê ye. Kurd, jinên Kurd demeke rohnîkar diyarî tevayî cîhanê dikin. Amed te çi dît, tu yê çi bibînî, lê tu hejayî, payîtexta Kurdan, payitexta dilên Kurdan î. Bila dil evîndar-hêvîdarê hez, hêz û jin jiyan azadiyê be. Bê hêvî, bê jin, bê jîn nemînin! Serbilind bin!