11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Heyva Sor bang li WHOyê kir

Heyva Sor a Kurd, bertek nîşanî hedefgirtina navendên tenduristiyê da û bang li WHOyê kir ku demildest mudaxile bike.

Heyva Sor a Kurd, têkildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Navenda Giştî ya Heyva Sor a Kurd a li Kantona Qamişloyê hat dayin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê nayê qebûlkirin û wiha dom kir: “Em wek rêxistineke mirovî, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, her wiha dorpêça li ser Şêxmeqsûdê bi tundî şermezar dikin. Hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer in.

Em ji bo parastina sivîl û navendên tenduristiyê li gorî zagonên navneteweyî, bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û aliyên peywendîdar dikin ku zextê li van aliyan bikin û demildest destwerdanê bikin.”