Konferansa ji nû ve sazkirinê ya sazîyên alîkariyê yên hevkar li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê bi tevlîbûna rêveber, endam û kedkarên Heyva Sor a Kurdistanê-Almanya, Heyva Sor a Kurdistanê-Belçîka, Heyva Sor a Kurdistanê-Holanda, Heyva Sor a Kurdistanê-Îtalya, Heyva Sor a Kurdistanê- Swîsre, Heyva Sor a Kurdistanê-Îngilistan, Heyva Sor a Kurdistanê-Norveç, Heyva Sor a Kurdistanê-Japan, Heyva Sor a Kurdistanê-Fînlandiya, Roja Sor a Kurdistanê-Swêd, Roja Sor a Kurdistanê-Avûstûrya û Roja Sor-Fransa, Roja Mezopotamya Danîmarka û Roja Mezopotamya Elmanyayê ve pêk hat.
Konferans bi axaftina endamê desteya rêveberiyê yê Heyva Sor a Kurdistanê-Almanyayê R. Akter ve dest pê kir. Akter behsa rol û mîsyona saziya Heyva Sor kir.
Li gorî rojeva konferansê rapora xebatên alîkariyê û rapora malî hate xwendin. Di rapora xebatên alîkariyê de hate diyarkirin ku Heyva Sor di 31 saliya xwe de bi tevî saziyên hevkar salên derbasbûyî gelek xebatên alîkariyê ji bo mexdûr û xîzanên li Kurdistanê kiriye. Li gorî vê;
“Ji sala damezrandinê ve heya îro ji bo alîkarîya zarokên sêwî û bêxwedî projeya zarokan tê meşandin. Di çarçoveya vê projeyê de heya niha 10 hezaran zarokên sêwî yên li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê alîkarî hatine dayîn.
Di çarçoveya projeya tenduristiyê de destpêkê ji bo kampên koçberan li Başûrê Kurdistanê, derman, cîhaz û alavên tenduristiyê hatin şandin. Li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo dermankirina birîndarên şer nexweşxane hatin avakirin. Li herêma Qendîlê ji bo avakirina nexweşxaneyê alîkarîya madî derman û cîhaz hate şandin. Ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha gelek deverên li Rojava wek Efrîn, Şehba, Kobanê, Til Temir, Hesêkê, Qamişlo, Derîkê her wiha li Helebê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji bo avakirina nexweşxane, klinîk, navendên tenduristiyê, navendên protezê alîkarîya madî, derman û cîhaz û nêzî 60 ambulans hate şandin. Li Şengalê ji bo avakirina nexweşxane, klinik, navendên tenduristî, alîkarîya madî, derman û cîhaz û ambulans hate şandin. Her wiha ji bo dermankirina bi hezaran birîndarên şer û girtiyên nexweş û kesên hejar mesrefên tedawiyê hate dayîn, ji bo kesên kêmendam protez hatin çêkirin.
Ji bo kesên mexdûr yên ku bi hezaran gundên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn şewitandin û neçar mabûn bibin koçber, ji bo penaberên wargeha Mexmûrê, ji bo mexdûrên erdheja Mereşê, ji bo mexdûrên erdheja Dep, Kanîreş û Gimgimê, ji bo mexdûrên erdheja Wanê, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê, ji bo malbatên Roboskî, ji bo mexdûrên erdheja Kirmanşan, Serpela Zehaw û Derbendîxanê, ji bo mexdûrên cih û warên wan ji aliyê dewlata Tirk hatibûn wêrankirin ên li Cizîr, Şirnex, Sûr, Hezex, Silopî, Nisêbîn, Gever û Kerboranê, ji bo mexdûrên lehiyê yên li gundewarên Qendîlê, ji bo gelê Şengalê, ji bo gelê Kobanê, ji bo gelê Efrînê, ji bo koçberên li herêma Şehbayê, ji bo gelê Girê Spî û Serê Kanîyê, ji bo penaberên Kampa Lavrîonê, ji bo mexdurên lehiyê yên li Rojhilat, ji bo mexdûrên şer ên li Dûz Xurmatû û Dakokê, ji bo malbatên mexdûr li Rojhilatê Kurdistanê yên ku li dijî êrîş û qirkirinên dewleta Îranê alîkariyên xwe kir û li gor derfetê xwe xwest ku pêwistiyên kesên muhtac bi cih bîne.”
Di Koferansê de mijarek din jî alîkariyên ji bo mexdûrên erdheja ku di 6’ê Sibata 2023’an de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê rû dabû bû. Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar ên bi navê Roja Sor û Heyva Sor ên li Ewropayê, heman roja ewil a erdhejê de ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayek alîkariyê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 4 milyon 450 hezar euro ji bo mexdûrên li Bakurê Kurdistanê, 350 hezar euro jî ji bo mexdûrên Rojava bi giştî 4 milyon 850 hezar euro hatiye şandin. Bi van alîkariyên madî ve ji mexdûrên erdhejê pêwîstiyên jiyanê yên wek kon, sobe, betanî, xurek, av, alavên paqijiyê, şîr û xureka zarokan û hwd hatiye stendin û li Bakurê Kurdistanê bi aliyên komîsyonên saziyê, li Rojava jî bi aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatiye belavkirin. Her wiha Heyva Sor bi tevî saziyên hevkar, ji bo mexdûrên erdhejê projeya konteyneran daye meşandin û heya niha her konteynerek bi bihayê 3 hezar 700 euroyî bi gîştî 500 konteyner bi milyonek û 850 hezar euroyî standiye û radestî malbatan kirye. Ango bi giştî 6 milyon û 700 hezar euro heya niha ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî hatiye kirin.
Di konferansê de mijara sereke jinûvesazkirina saziyên alîkariyê bû. Li ser vê mijarê gelek beşdarên konferansê axaftin û pêşniyaz kirin.
Wek encama mijara jinûvesazkirinê hemû pêkhateyên konferansê li ser van xalan li hev kirin;
– Divê hemû saziyên alîkariyê yên hevkar xebatên xwe li gorî vê serdema dîjîtal nûjen bikin û li gorî vê tevbigerin.
– Divê hemû saziyên alîkariyê di hêla profesyoneltiyê de xwe pêş bixin û ji bo vê jî hem buroyên xwe, hem jî li herêmên kedkarên ciwan û kedkarên jin ên zimanzan tevlî xebatê bikin.
– Divê ji bo zêdekirina dahatên saziyan rêyên alternatîf werin ditîn da ku bikaribin pêwistiyên mexdûran bi cih bînin.
– Divê xebata projeçêkirina bi saz, dezgeh, komel, dêr û şarederiyên biyanî re wek xebatek sereke were ditîn. Li gorî hemû sazî komîsyonên ku ji kesên hêla proje çêkirinê de pispor ve pêk tê, ava bike.
Konferans bi çêkirina plansaziya li ser xebatên pêşerojê, dawî bû.