16 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heyva Sor a Kurd li Rojava bûye hêviya nexweşan

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê amadekariya lidarxistina pêşangeheke xêrxwaziyê ji nexweşên talasemî û penceşêrê re dike. Berpirsê Nexweşxaneya Onkolojî, Talasemî ya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî got: “Ji bo em êşê veguherînin hevgirtinê û pêşerojeke ronî ji zarokan re ava bikin, pêwîst e her kes bibe alîkar.”

Talasemî û penceşêr du navên ku şerên rojane yên bi êşê re vedibêjin. Êşa ku ji odeya dermankirinê dest pê dike û heta bi koşeyên bendewariyê dirêj dibe. Lê Heyva Sor a Kurd her tim bûye qada jiyan û hêviyê, bi xizmetên xwe rûyekî geş di têkoşîna li dijî nexweşiyê de pêşkêş dike. Ew hewl dide ku rêyeke misoger ji bo başbûnê peyda bike.

Piștî salên dirêj ji êșkișandin û zehmetiyan, Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê, sala 2023yan, beșek taybet ji bo nexweșên onkolojî, talasemî û şewatê vekir. Bi vekirina vê beşê re ku yekemîn nexweşxane ye li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nexweș êdî li korîdorên nexweșxaneyê hêviyên xwe yên jiyanê honandin.

Heyva Sor a Kurd ji bo êşê veguherîne hevgirtinê, amadekariya lidarxistina pêşengeheke xêrxwaziyê li Qamişloyê dike. Ew dê bi rêya pêşangehê hemû alîkariyan ji bo dermankirina nexweşên talasemî û penceşêrê veqetîne, her wiha hunera zarokan a ku bi destê xwe honandine, pêşkêş bike.

Derbarê xebat û xizmetên ku Nexweşxaneya Onkolojî (penceşêr) û Talasemî ya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê pêşkêşî nexweşan dikin, berpirsê nexweşxaneyê Ehmed Hacî ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Berpirs Ehmed Hacî destpêkê behsa nexweşiya talasemiyê û sedemên wê kir û got: “Nexweşiya talasemî nexweşiyeke zikmakî ye, zarok ji dayik û bavên xwe werdigirin. Sedema vê nexweşiyê ew e ku temenê hucreyên xwînê yên sor li gel kesên normal 120 roj in, lê li gel zarokên ku nexweşiya talasemî bi wan re heye, temenê hucreyan kêmtir e. Dema ku asta hemoglobînê di hucreyên xwînê yên sor de kêm dibe, pê re xwîn jî ji hemoglobînê kêm dibe û pêwîstiya zarokên nexweş bi xwînê çêdibe.”

Nexweşên talasemiyê

Ehmed Hacî diyar kir  ku bi vekirina nexweşxaneyê re, barê nexweşan kêm bûye û hêviyên wan zêdetir bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşxaneya penceşêr û talasemiyê yekemîn nexweşxane ye ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibe. Xizmetên ku em pêşkêşî nexweşan dikin bê pere ne, hemû karûbarên ji nexweşan re pêwîst, ji testên bijîşkî heta bi dayîna xwînê bê pere ne. Li gorî amarên me tomar kirine, heta niha nêzî 450 zarok bi talasemiyê ketine. Beriya ku nexweşxane were vekirin, nexweş rastî gelek zehmetiyan dihatin, gelek malbatan ji ber buhayên derman û peydakirina xwînê nedikarîn zarokên xwe derman bikin lê bi vekirina nexweşxaneyê re barê nexweşan kêm bû û hêviya wan a dîtina rojek nû zêde bû.”

‘Rêyên girtî bandor li nexweşan dikin’

Di nav axaftinên xwe de Ehmed Hacî behsa xizmetên ku pêşkêşî nexweşên talasemî û penceşêrê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa siyasî ya li herêmê û girtina rêyan bandorê li rewşa nexweşan dike. Li gorî derfetên berdest xizmet ji nexweşan re tê pêşkêşkirin lê zehmetî gelek in. Di aliyê dabînkirina dermanan de zehmetî hene, buhayên dermanan bilind e, her ku hejmara nexweşan zêde dibe bi pêwisîtiya me bi dermanan çêdibe. Bi taybet peydakirina xwînê ji bo zarokan zehmet e û em astengiyan dikşînin. Bi rêya bangên em li xelkê dikin xwîn peyda dibe.  Ji sedî 70 em xizmetên pêwîst pêşkêş dikin lê ji ber ti rêxistin û saziyên tenduristiyê yên derve alîkariya me nakin, em nikarin hemû pêwîstiyan bi cih bînin. Li aliyekî din, hejmara nexweşên pençeşêrê 600 heta 650 nexweş bûn lê bi girtina rêyan ji aliyê hikumeta veguhez a Şamê hejmara nexweşan bû 750. Nexweşên ku nedikarîn derbasî Şamê bibin û xwe derman bikin, derbasî gel me dibûn, lê ev yek jî bandorek di aliyê peydakirina dermanan de çêkir.”

‘Bi hev re êşê veguherînin hevgirtinê’

Ehmed Hacî bang li xelkên herêmê kir ku piştgiriya zarokên nexweş bikin û êşên wan sivik bikin. Hacî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo zarok êşa xwe ji bîr bikin û em di warê piskolojîk de bi wan re bibin alîkar, em çalakiyên hunerî ji bo wan li dar dixin. Her wiha rûniştinên hişyariyê ji zarok û malbatên wan re çêdikin. Dîsa ji bo em êşê veguherînin hevgirtinê, niha amadekariya lidarxistina pêşangeheke xêrxwaziyê dikin. Hemû alîkariyên ji pêşengehê derkevin dê ji bo dermankirina nexweşên talasemî û penceşêrê werin veqetandin. Pêşangeh bi dirûşma ‘Her tabloyek nameyek e’ tê lidarxistin û wê tê de hunera zarokan a bi destê xwe honandine, were pêşkêşkirin. Banga me li gel û saziyan ew e ku li gorî derfetên xwe alîkariya zarokên nexweş bikin da ku em bi hev re êşa zarokan kêm bikin û pêşerojeke ronî ji wan re ava bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê