12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta diyalogê ya Ukraynayê li ser sînorê Belarûsyayê ye

Heyeta Ukraynayê ya ji bo diyaloga bi Rûsyayê re îro berê xwe da ser sînorê Belarûsyayê. Heyeta Ukraynayê da xuyakirin ku ew dê hevdîtinê bi heyeta Rûsyayê re bikin û li pêşniyarên wan guhdarî bikin.

Doh rêveberiya Kievê dabû xuyakirin ku ew dê bê şert û merc bi heyeta Rûsyayê dest bi diyalogê bikin.

Di heman çarçoveyê de serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski reşbîniya xwe ji wan hevdîtinan anî ziman û wiha got: “ Ez bawer nakim ku dê encamên kêrhatî ji wê hevdîtin û diyaloga bi Rûsyayê re derkevin”

Zelenski der barê hevdîtina xwe ya bi serokê Belarûsyayê Aleksandr Lukaşenko de jî wiha anî ziman: “Ez û Lukaşenko bi berfirehî li ser mijarê axivîn û wî soz da me ku dê axa Belarûsyayê ji bo êrîşên li dijî me ji artêşa Rûsyayê re veneke.”

Di çarçoveya ambargoyên li dijî Rûsyayê de gelek bankayên wan dê ji xizmeta navneteweyî ya pergala veguhestina pereyan (swift) werin derxistin. Ew jî tê wateya pûçkirina dan û standinên wan ên aborî û bazirganiyê.

Ji aliyekî din ji niha ve bandora şer û ambargoya li dijî Rûsyayê di warê aboriyê de xwe daye der û rupleyê Rûsyayê ji sedî 30 nirx winda kiriye.

Di heman çarçoveyê de Google jî xizmeta xwe ya nexşeyan rawestandiye da ku Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de bikar neyne.

Her wiha îro Neteweyên Yekbûyî civîneke lezgîn ji bo rewşa Ukraynayê lidar dixe.