27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta YEyê serdana DEM Partiyê kir

Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî yên Ewropayê Marc Cools û Heyeta Rêveberiyên Xweciyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) seredana DEM Partiyê kir.

Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî yên Ewropayê Marc Cools têkildarî sepandina Şertê Rêveberiyên Xweser yên Xwecihî ya li Tirkiyeyê li gel Hevraportor Bryony Rudkin û heyeta Rêveberiyên Xweciyê ya YEyê seredana DEM Partiyê kirin.

Heyeta ku ji hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk Canan Kebenç Ozkan, parlamenterê Bidlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan û endamê Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê Evren Çevîk pêk tê jî têkildarî tecrûbeyên DEM Partiyê yên rêveberiyên xwecihî, zextên li ser rêveberiyên xwecihî û polîtîkayên desteserkirina şaredariyan agahî dan.

Heyeta Rêveberiyên Xweciyê ya YEyê jî têkildarî sepanên xweseriyê agahiyên berfireh dan.

Herwiha di hevdîtinê de geşedanên herêmî jî hatin nirxandin û girîngiya demokratîkbûyînê hat nîqaşkirin.