24 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Îmraliyê: Dê rapor di meha çileyê de amade be

Endamên Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re pirsên rojnamegeran bersivandin û anîn ziman ku pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye û rapora hevpar a komîsyonê jî di asta nivîsandinê de ye û tê payîn di meha çile de amade bibe.

Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re civiyan.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê endamên Heyetê, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Mîthat Sancar anî ziman ku hevdîtina wan erênî pêk hatiye û wiha got: “Avakirina Komîsyonê pirr girîng e. Dîrokî ye. Rêveçûna pêvajoyê di Meclîsê de pir girîng e û bandora wê jî pirr e. Meclîs dê bi roleke mezin rabe. Rapora hevpar di merhaleya nivîsandinê de ye. Tê plankirin ku rapora hevpar di meha çileyê de amade bibe. Li ser vê xebat berdewam dikin. Di encama hevdîtina me ya bi Serokê Meclîsê û Wezîrê Dadê re, em dikarin bêjin, di vê pêvajoyê de pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye û piştgiriya civakî heye. Ji bo hemû welatiyan pêwîst e hiqûqeke bi edalet pêk were. Aştî ji bo hemû gelan hewcedariyek bingehîn e.”

Pervîn Buldan jî bi lêv kir ku ya girîng mutabakateke siyasî ye û got: “Xwedîderketina parlamentoyê ya pêvajoyê pirr girîng e. Em ji bo rola erênî ya Numan Kurtulmuş spasiya wî dikin.”