Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Heyetê herî dawî di 2yê kanûna 2025an de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.
