Hevdîtinên dîplomatîk ên li ser pêşeroja Sûriyeyê yên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawer ANHAyê ku parve kiriye komîteyeke leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.
Komîte ji endamên Fermandariya Giştî ya HSDê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê HSDê Ebcer Dawud û ji fermandarên HSDê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê. Endamên komîteyê dê bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên wezaretên parastin û karên hundirîn ên hikumeta demkî re mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di 11ê cotmehê di hevpeyvînekê li gel Ronahî Tv de ragihandibû ku komîteyeke leşkerî û ewlehiyê dê di demek nêzîk de biçe Şamê.
Her wiha li aliyê din wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, wezîrê Parastinê Yaşar Guler û rêveberê Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin duh li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed Şêbanî, wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û rêveberê Îstîxbarata Giştî Huseyîn Selame re civiyabûn.