12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta veguhêz a Şamê re civiya

Civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz dest pê kir, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre beşdarî civînê bûn.

Di çarçoveya berdewamiya civîn û diyaloga bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro gihîştibû Şamê. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê civîna fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re li Şamê des pê kiriye, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 10ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.