Em dibînin ku hiyerarşî û pergala dewletî xwe li ser nirxên civakî ava dike û temenê xwe didomîn e. Ger hûn bala xwe bidinê, pergalên çand û şaristaniya dewletparêz ku Mumford bi awayekî rast jê re dibêje “nêçîrvan”, her dem bi navên van çînên mêtinkar, serdest hatine binavkirin û nasandin. Wekî şaristaniya koledar, feodal û kapîtalîst û bi vê re tê dîtin ku êdî bandora jin û civakê her ku diçe kêm dibe. Zihniyet û çanda serdest her tiştî bi serdestan ve girêdide, hemû nirx û bermahiyên civakî, çand û bewerî, qencî û xweşiyên ku mirovan afirandiye, teşe dayînê malî serdest û dewletê dike. Yên ku hêza wan derbas dike jî razekê li wan bar dike û bi xwedayan ve girê dide.
Em dibînin ku nîzama dewletê îlahî û pîroz dike. Bi bê yekê re armanc dike ku mirov û civakeke serî tewandî biafirîn e. Civaka ku bi rastî jî çêker û afirînerê dîrokê ye, bê rûmet dike. Ew çanda ku li gorî cewhera lîberal jî wekî “şaristanî” tê pênasekirin. Tê zanîn ku bingeha koletiyê ya ji bo şaristaniyan yekemîn, li Sumerê hatiye avêtin û yekem car li wir sazî bûye. Pir balkêş e; di nivîsên sûmerî de peyva “kole” tê wateya “jina çiyayî”. Em dibînîn ku di roja me ya îro de jî heman zihniyet hebûna xwe didomîne. Yanî bi xistina jinê, civakê çand û jiyana civakî jî dixin.
Binavkirina civaka xwezayî wek “primîtîv” û derxistina wê ji dîrokê, û mêzekirina dîroka çand û şaristaniyê tenê bi civaka çînayetî-dewletparêz re, ne nêzîkatiyek li gel rastiyan e; Ev qet ne rast fêmkirina dîrokê ye. Berovajî nefêhmkirina civak û dîrokê ye. Em bala xwe bidinê; xweza, cewher û heqîqeta rastîn a mirovatiyê di civaka xwezayî de (ku hinek jê re dibêjin civaka organîk) ku bi mîlyonan salan tê de jiyaye, heye. Dîroka 5-6 hezar salên dawî ku jê re şaristaniya civakî ya koledar, feodal û kapîtalîst tê binavkirin, di rastiya xwe de xitimîn û biyanîbûnê temsîl dike. Ya ku divê were sererast kirin tam ev e. Yanî ev civaka hiyerarşîk-dewletparêz a nêzî 5-6 hezar salî ne hewcedarî û mecbûrî ye, dîroka dûrketina mirovahiyê ya ji cewhera xwe ya bi zihniyet, bîrdozî û çanda serdest e.
Em dinêrin ku ramyarê navdar teorîsyenê civakî, nivîskar, dîroknas û fîlozofê siyasî yê Amerîkî Murray Bookchin, derbarê şaristaniyê de dibêje, ev dîroka zivistana dirêj a serdestî û zordariyê ye ku em jê re dibêjin “şaristanî”. Bendavê krîtîk destpêka zivistanek wisa tarî nîşan dide. Êdî dem hatiye ku bi çand û zihniyeteke nû bendeke nû derbas bikin û bi avakirina civakeke demokratîk-ekolojîk ve biharê derkevin holê. Ji bo em dikaribin çanda xwe bijîn, bidin jiyîn lazim e ku em dîroka xwe baş bizanibin. Serpêhatî û qewimînên dîrokî baş bibînin û rast şîrove bikin. Di hemen demê de xwe, hebûna xwe, çand û civaka xwe ji bo ji helînê biparêzin divê mirov hîmên civakî û hiyerarşiya dewletê ji hev cuda bike.
Bandorek mezin a hiyeraşiya dewletê li ser civakê heye. Ji bo civak xwe ji vê bondorê rizgar bike jî pêwîste hemû nirxên xwe yên dîrokî yên jiyanî, çandî û civakî biparêz e, hay ji hebûn û heyîna xwe hebe. Na xwe dê hiyerarşiya dewletê nirxên civakê tune bike.