Di demên dawî de, derbarê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk de, li Tirkiyeyê pêşveçûnên girîng diqewimin. Ev pêşveçûn, hem hêviyên nû bi xwe re tîne, hem jî nakokiyên kûr ên sîyasî diyar dike. Daxuyaniya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, daxuyaniyên AKP û MHP’ê, hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Wezîrê Dadê re, rewşa Rêber Apo, girtiyên siyasî û gefên Wezîrê Parastinê Yaşar Guler ên li ser Tevgera Azadiyê, hemû di vê çarçoveyê de xwedî girîngiyeke mezin in.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya meclisê de got ku ew li bendê ne pêvajoya çareseriyê bi lez pêşve biçe. Bakirhan di axaftina xwe de ji bo pêşveçûna pêvajoyê bal kişand ser girîngiya zemîneke hiqûqî û îradeyeke sîyasî ya xurt. Diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, ji vê pêvajoyê bi hêvî ye û bawer dike ku di rojên pêş de gavên girîng werin avêtin. Ev nirxandin nîşan didin ku DEM Partî, di vê qonaxê de, xwe wekî aktorekî sereke yê diyalogê dibîne û hewl dide ku di çarçoveya sîyasî û hiqûqî de çareseriyekê pêş bixe.
Bakirhan her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, ku bi gotina wî “Nêzikatiyên li hemberî girtiyên nexweş, nêzikatiya li pirsgirêka Kurd e”. Ev yek jî nîşan dide ku DEM Partî, ne tenê li ser çareseriyeke giştî, li ser mijarên mirovî û mafên bingehîn jî disekine.
Ji aliyê desthilatdariya AKP-MHPê ve, daxuyaniyên têkildarî pêvajoya çareseriyê hem hêvîdar in hem jî bi nakokin. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di 26ê Mijdarê de gotibû ku ew li bendê ne ku hevdîtinên rû bi rû di navbera Îmraliyê û DEM Partiyê de bên kirin. Ji ber ku MHP li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî helwestek tund bû, ev daxuyanî, weke nîşaneyeke erênî hate dîtin. Lê, ev daxuyanî bi şertên hişk ve girêdayî ne û ne diyar e ka MHP bi rastî amade ye ku piştgiriyê bide pêvajoyeke çareseriyê yan na.
Ji aliyê AKPê ve, her çend daxuyaniyên eşkere kêm bin jî, hevdîtinên di navbera heyeta DEM Partî û nûnerên AKPê de nîşan didin ku diyalogeke sînordar, lê domdar heye. Lê ev diyalog, di bin siya polîtîkayên tund ên dewletê de, bi gelek astengiyan re rû bi rû ye. Desthilatdariya AKPê, di heman demê de polîtîkayên qirkirina sîyasî, binçavkirin û tecrîdê didomîne, ku ev yek baweriya bi pêvajoyê lawaz dike.
Heyeta DEM Partiyê, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo pêşxistina pêvajoyê, di 24ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Yek ji rojevên sereke yên vê hevdîtinê, başkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên siyasî û nexweş bû. Rêber Apo, ku ji 15ê Sibata 1999an ve li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, tecrîda li ser wî, ji aliyê gelek kesan ve weke nîşaneyeke redkirina pirsgirêka kurd tê nirxandin.
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hate gotin ku DEM Partiyê daxwaz kiriye ku ji bo pêşxistina pêvajoyê divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û şertên wî bên başkirin. Her wiha, rewşa girtiyên siyasî, bi taybetî yên nexweş, hate gotûbêjkirin. Lê divê bê zanîn ku ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye, her wiha daxwaza rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî jî ye.
Tevî van pêşveçûnên diyalogê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler derket û gefên tund li PKKê xwar. Yaşar Guler, di daxuyaniyên xwe de, bal kişand ser berdewamiya operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê û diyar kir ku dewlet wê “heta dawiyê” li dijî rêxistinê têbikoşe. Ev daxuyaniya Guler ji aliyê gelek derdoran ve weke helwesta li dijî pêvajoya ku bi banga Reber Apo ya Aştî û Civaka demokratîk bi pêş dikeve, hat nirxandin. Lê, her çendî ev weke helwesteke dijber be jî, di bingehê de netehemuliya li dijî îradeya gelê Kurd e. Netehemuliya li dijî berxwedan û serketina gelê Kurd e.
Gefên Yaşar Guler, ne tenê li dijî PKKê, her wiha li dijî hêviyên pêvajoya çareseriyê jî têne nirxandin. Operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk, bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî domdar dewam dikin. Ev polîtîkayên tund, baweriya bi diyalogê kêm dikin û heviya civaka Kurd li hemberî dewletê lewaz dike.
Bi van geşedanan re pêşveçûnên dawî, nîşan didin ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk de ye. Ji aliyekî ve daxuyaniyên DEM Partî û hevdîtinên bi nûnerên dewletê re, deriyê diyalogê vekirî dihêlin. Banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibatê de hatibû ragihandin, hê jî weke xeteke bingehîn tê dîtin. Ji aliyê din ve, helwesta dualî ya desthilatdariya AKP-MHPê û gefên leşkerî yên Yaşar Guler, nîşan didin ku dewlet hê jî di navbera diyalog û tundiyê de dudil e.
Ji bo silametî û pêbaweriya vê pêvajoyê çend xalên girîng hene ku divê em bînin ziman. Yek ji van rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Bi rakirina tecrîdê dewlet dikare helwesta xwe ya ji bo pêvajoyê bi awayekî pratîk nîşan bide. Ya duyem avakirina zemîneke hiqûqiye. Divê pêvajoyên siaysî yên wisa beriya her tiştî li ser bingeheke hiqûqî û demokratîk werin avakirin, ku mafên kurdan û hemû gelên Tirkiyeyê biparêze.
Ya sêyem berdana girtiyên siyasiye. Berdana girtiyên siyasî, bi taybetî yên nexweş, wê baweriyê bi pêvajoyê xurt bike. Bi van mijaran ve girêdayî divê dewleta Tirk bersivê bibe biryara agirbestê ya PKKê û operasyonên leşkerî rawestîne.
Bi vê nirxandinê ve girêdayî pêvajoya çareseriyê, di navbera hêvî û metirsiyê de dimeşe. DEM Partî, bi hewldanên xwe yên ji bo diyalogê, hewl dide ku deriyekî nû veke. Lê belê, polîtîkayên dualî yên dewletê, tecrîda li ser Rêber Apo û gefên leşkerî, vê pêvajoyê zehmet dike. Ji bo ku aştî û demokrasî li Tirkiyeyê pêk were, divê hemû alî bi dilsozî tevbigerin û gavên berbiçav biavêjin. Wekî ku Tuncer Bakirhan jî gotiye, “îradeyeke sîyasî ya xurt” û “zemîneke hiqûqî” wê bibe bingeha serketinê. Lê di vê rêyê de, divê nakokî û gef bên kêmkirin, da ku hêviyên gelên Tirkiyeyê neyên pûçkirin.