23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldanên rejîma Îranê û greva giştî ya gel

Duh li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li dijî cezayê darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hat lidarxistin. Zext û hewldanên hêzên rejîma Îranê li pêşiya grevê nebû asteng.

Li ser daxwaza 6 partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî duh di saetên serê sibehê de li seranserî bajarên rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat destpêkirin. Li gel girtina deriyên dikan û bazaran, wêneyê her du girtiyên siyasî Pexşan û Werîşe û nivîsên dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li cihên giştî ve hatin hildan.

Herwiha malbatên girtiyên siyasî û qurbaniyên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, çalakvan, azadîxwaz, xwendekar û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina videoyan li ser medya dijîtal daxwaza hilweşandin û ragirtina cezayê darvekirinê yê her du girtiyên siyasî yên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî kirin.

Beriya grevê rojekê rejîma Îranê li ser malpera fermi ya dewletê ‘Tesnîm’ paşxistina pêkanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî ragihand da ku bibe sedema sarbûna xelkê rojhilatê Kurdistanê û beşdarî grevê nebin. Lê negihişt armanca xwe, tevî hemû zext û hewldanên rejîma Îranê greva giştî bi beşdarbûnek girseyî hat lidarxistin.

Piştî destpêkirina greva giştî li bajarên rojhilatê Kurdistanê, girtina dikan û cihên giştî wek nîşandana nerazîbûnê li dijî erêkirina biryara darvekirinê ya girtiyên siyasî yên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, hêzên ewlekariyê li nav bajaran hatin belavkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê li ser dikanên ku derabeyên di çarçoveya tevlibûna greva giştî ya li dijî biryarên darvekirinê de hatine girtin, bi nivîsînê xwediyên dikanan agahdar kirine û gazî navendên ewlekariyê kirin ku ji bo lêpirsînê bikin.

Herwiha nêzîkî 35 girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Evîn a Tehranê piştevaniya xwe ji bo greva giştî ragihandin û wek nîşandana nerazîbûnê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 8ê çileyê de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye, belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.