31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên DEM Partiyê peyama sersalê dan

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan di peyama sersalê de hêviya aştî, xwişk û biratiyê kirin û gotin: "Aştiya rasteqîn li welatekî ku em hemû lê azad û wekhev in, pêkan e."

Peyama Hevserokên DEM Partiyê ya ji bo sersalê bi vî rengî ye: “Em bi hêviyeke xurt bi hev re dikevin sala nû. Sala ku me li pişt xwe hişt zor bû; şer û bêedaletiyên li herêma me, me gelek westand. Lê hînkirinên wê jî pir bûn: Me hêza hevgirtinê, nirxa bi hev re girêdanê û girîngiya baweriya aştiyê careke din dît. Niha em li pêşiya xwe dinêrin. Saleke nû, destpêkeke nû. Em dixwazin ku sala bê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn her mirov bi aramî û ewlehî bijîn. Ev tenê temeniyek nîne; di heman demê de ev soza xebata me ya pêkanîna vê yekê ye.

Em bawer in ku bi axaftinê, bi guhdarkirinê û bi hevfêmkirinê tu pirsgirêk tune ku em çareser nekin. Ji pirsgirêkên Kurdan bigire heta pirsgirêkên qada kedê, ji mafên azadiya jinan heta pêşeroja ciwanan, di her pirsgirêkê de rêçareserî bi hev re lêgerîn e. Wekî DEM Partî, em ê bi tevahî hêza xwe ji bo siyaset û çareseriyeke ku tu kesî/ê derve nehêle û hemû kesan bi berfirehî hembêz bike, bixebitin. Em ê her dem li aliyê kedparêziyê, wekheviyê û adaletê bimînin. Ji ber ku em dizanin ku aştiya rastîn, tenê di welateke ku her kes wekhev û azad de gengaz e.

Bila ev sala nû ji bo me hemûyan bibe sala aştiyê, demokrasiyê û wekheviyê. Hêviya me mezin e û em bibiryar in. Em bi dil û can sala nû ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Rojên xweş nêzîk in, em ê bi hev re wan rojan ava bikin.”