Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Stenbolê çûn serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel. Hevserokên Giştî, tevî endamên MYKê û rêveberên rêxistina bajar a Stenbolê çûn avahiya rêxistina CHPa Stenbolê ya berê ku niha ji hêla Ozel ve weke ofîsa xebatê tê bikaranîn.
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Giştî Gokhan Gunaydin, Serokwekîlê Koma CHPê Alî Mahîr Başarir, Wekîlê CHPê Tahsîn Becan û Serokê CHPa Stenbolê Ozgur Çelîk ve li ber derî hate pêşwazîkirin.