Zext, binpêkirinên mafan û tundiya ku bi îşkenceyê gihiştiye asta herî bilind, mafên herî bingehîn jî bi pêkanînên sîstematîk hatine rawestandin. Li ser serlêdana girtiyan, rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Welat Zeren û Serhat Can di 5’ê çileyê de serdana Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê kir.
Hevserokê Şaxa OHD’a Îzmîrê Welat Zeren der barê serdanê û zextên li girtîgehê qewimînê de axivî.
Zeren, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê meşandin, debasî hemû girtîgehan bûye û wiha got: “Bicihkirina girtiyên edlî ya li korîdorên girtiyên siyasî lê hene, pirsgirêk zêde bûne. Cihekirina qawişan a jihev têra rêveberiya girtîgehê nake, Mafên girtiyan ên çandî û civakîbûnê asteng dike. Tenê girtiyên ku li heman qawişan tên ragirtin, derdixînin aktîvîteyan.”
Tenduristiya girtiyan di bin xetereyê de ye
Zeren, da zanîn ku li Girtîgeha Kepsûtê hem nameyên ku girtî dinivîsîn hem jî nameyên ji derve re tên şandin dereng tên dayîn û gelek caran pirtûk jî bi gotina “bixeter in” nayên dayîn. Zeren, anî ziman ku bi taybetî jî pirtûkên kurdî bi gotina “bixeter in” nayên dayîn û der barê pirsgirêkên li girtîgehê diqewimin de wiha axivî: “Gelek caran di çûn û hatina nexweşxaneyan de ji ber pêkanînên weke tedawiya bikelemçe û lêgerîna nava dev ên li dijî rûmeta mirovan girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Çarşefên kevin ên girtiyan nayên guhertin. Her wiha nevresîmên kevin didin girtiyên nû tên girtîgehê . Ji ber fatûreyên ceyranê li ser tarîfeya tîcarî tên birîn di navbera 800 lîre û 1500 lîre tên. Bi taybetî girtiyên ku malbatên wan li Amed, Mêrdîn û Colemêrgê dijîn, tînin bajarên weke Îzmîr, Balikesîr û Denîzliyê. Ev rewş pêşî li mafê hevdîtinê ya girtiyan e. Dema girtî daxwaza sewqkirinê dikin jî ev daxwaza wan nayê bicihanîn.”
Sewq kêyfî tê kirin
Zeren, diyar kir ku girtiyên ku pê re hevdîtin kirine hem ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hem jî ji aliyê gardiyanan ve gef li wan hatiye xwarin û rêveberiya girtîgehê ji girtiyên bi wan re hevdîtin kirine re wiha gotiye: “Çi li we dibe bila bibe. Em çi bibêjin ew e. Hûn xwe dişewitînin an girtîgehê dişewitînin, dimirin, bimirin xema me nîn e.”
Zeren got ku têkildarî tiştên qewimîn girtiyan ji dozgeriyê û Wezareta Dadê re daxwazname nivîsandine lê aqûbeta van daxwaznameyan ne diyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku tu bersiv ji daxwaznameyên wan re nayê dayîn. Piştî daxwaznameyên hatin nivîsîn 2 girtî weke ku birevînin tên sirgûn kirin. Nêzî 30 gardiyan weke bi ser odeyê de bigirin, dikevin qawişê. Gazî Yûsûf Bayram ê bi îdareyê re axiviye dikin û jê re dibêjin divê xwe amade bike. Girtî ji gardiyanên hatine odeyê re wiha dibêjin ‘Ji bo odeyeke biçûk 30 kes hatine. Nîv saetê destûr bidin ku hem xatir ji hevalê xwe bixwazin û hem jî bila bi awayekî rihet xwe amade bike.’ Lê gardiyan wiha bersivê didin, ‘Ferman wisa ye em ji vir dernakevin. Girtî dê were û derkeve’. Piştre gardiyanek dibêje ‘hazir em hatine em lêgerînekê bikin?’ Dû re midurê 2’yemîn ê li wir dibêje ‘Em ji bo sirgûnê hatine, bila amadekariya xwe bike em derkevin, hewceyî lêgerînê nîn e.’ Piştî vê bûyerê 3 roên din girtiyê bi navê Ramazan Karataş gazî revîrê dikin û dibin. Pişt re gardiyan tê qawişê û dibêje ‘Hevalê we hate sirgunkirin, tiştên wî bînin’. Girtî dibêjin,’hevalê me bînin em ji hev xatir bixwazin’ gardiyan bersiva ‘talîmat wiha ye, hevdîtin çênabe, bixwazin tiştan bînin bixwazin neynin. Hevalê we dê biçe’ dide. Agahiyê nadin hevalên wan ku dê bibin ku derê. Piştre li ser agahiyên ku ji malbatan girtine hîn dibin ku Yûsûf Bayram sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê û Ramazan Karataş jî sirgûnî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê hatiye kirin. Girtiyan got ku gardiyan ji bo provokasyonê wan sor dikin û ji provokasyoneke ku pêk were jî peywîrdar wê berpirsyar bin.”
Têkoşîn dIdome
Zeren, destnîşan kir ku rêveberên girtîgehan vê hêza bi rêvebirina polîtîkayên zextê ji desthilata siyasî digirin û anî ziman ku bi polîtîkayên êrişeke topyekun a desthilatê li girtîgehan jî zext zêde bûn. Zeren axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tevî van hemû pirsgirêkan girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin. Peywîra parazvanên mafên mirovan van binpêkirinên mafan berbiçav bikin û van bêhiqûqiyan teşhîr bikin. Em ê di vî warî de têkoşîna xwe bidomînin.”