10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê MSDê bi saziyên li Almanyayê re civiya

Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSDê Hesen Mihemed Elî li Elmanyayê hin danûstandin kir.

Li gorî mapera fermî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSDê Hesen Mihemed Elî bi saziyên lêkolînê yên Almanyayê re hevdîtin kir.

Malperê diyar kir ku Hesen Mihemed Elî bi saziya Friedrich-Ebert-Stiftung ya girêdayê Partiya Sosyalîst a Demokratîk re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rola civaka sivîl di xebata siyasî de gotûbêj kirin.

Hesen Mihemed Elî bi Heinrich-Böll-Stiftung a girêdayî Partiya Kesk re jî hevdîtin kir û li ser girîngiya pêşxistina rola jinan û beşdariya wan di jiyana sivîl û siyasî de nîqaş kirin.

Li gorî malpera MSDê, hevserokê NivîsgehaTêkiliyan a MSDê bi saziya Rosa-Luxemburg-Stiftung ya Partiya Çepgir jî hevdîtin kir û li ser pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe û edaleta veguhêz axivîn.