17 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê partiyên siyasî ziyaret kir

Hevserokê giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs li Hewlerê serdana Komelgeha Dadgerî, Partiya Parêzgeran û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk kir.

Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs li bajarê Hewlêrê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgeran a Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir.

Hevserokê Giştî yê KNK’ê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê kir û ji aliyê endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî serdana Partiya Parêzeran a Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê partiyê Ecar Surçî ve hate pêşwazîkirin.

Di berdewamiya serdanan de Ahmet Karamûs serdana Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê yekitiyê Xefûr Mexmûrî û endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanan de leşkerkêşan û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta hevpar ya partî û aliyên siyasî li beramberî metirsiya mezin a dagirkerên Kurdistanê ya li ser gelê Kurd hate guftugokirin. Her wiha qala pêwîstiya yekitî û yekrêziya neteweyî hate kirin.

Piştre Dezgeha Standart ji bo Hevserokê KNK’ê li gel hinek kesayetên welatparêz û rewşenbîr civînek lidarxist. Karamûs di civînê de li ser pêwîstiyên yekîtiya gelê Kurd û pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî axivî.

Biryare serdanên Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs yên ji bo partî û aliyên siysî yên Başûrê Kurdistanê berdewam bike.