17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KNKê: Kongreyeke dîrokî ye

Hevserokê KNKê Ahmed Karamûs anî ziman ku di 12mîn kongreya PKKê de biryarên dîrokî û radîkal hatin girtin û wiha got: “Divê êdî her mirovekî Kurd, her welatparêz û demokratekî Kurd pirsgirêkê wekî pirsgirêka xwe bibine û hêza xwe û têkoşînê xurt bikin.”

PKKê di 12ê Gulanê de encamnameya 12emîn Kongreya xwe aşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibata 2025a de kiribû, PKKê Kongreya xwe pêk anî. 12emîn Kongreya PKKê di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk hat. Kongre li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên parastina medyayê pêk hat. Li gel ambargoya PDKê ya di şertên dijwar de, bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî 232 delege beşdarî Kongreya PKKê bûn. Hevserokê Giştî yê KNKê Ahmed Karamus têkildarî 12mîn Kongreya PKKê nirxandin kir.

Ahmed Karamûs, ji Bernameya Mijarek û Mêvanek a Xwebûnê re axivî û bal kişand ser encamên kongreyê û erka rayedarên siyasî û civakî.

Ahmed Karamûs, anî ziman ku Kongreya Awarte ya PKKê ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin hem di nava civaka  Kurd û Kurdistanî, li Herêma Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda û wiha got: “Ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta Amerîka û welatên Ewropa kongre erênî nirxandin. Biryareke bi vî rengî ne hêsan e. Kar, xebat û têkoşînek 50 salan bide pêş xwe û piştî wê biryarekê bide pir zahmet e. Ji bo wê nirxandin û analîzek berfireh ya 50 salan dixwaze.  Dîsa dema rêxistin hat avakirin, li ser çi armanc û mebestê hat avakirin? Di kijan şertan de hat avakirin? Divê analîza wê baş bê kirin. Dema di salên 1970ê de komek ciwanên Kurd li hev kom bûn û biryar girtin ku partiyek bi vî rengî ava bikin, wê demê şert gelek dijwar û cuda bûn. Wê demê hebûna kurd û bilêvkirina navê Kurd qedexe bû. Di qonaxa 50 salan de xebat û têkoşînek gelek mezin hat dayîn. Em di sedsala 21ê ango sala 2025an de di rewş û konjektûreke nû de û serdemeke nû de dijîn. Pêwistiya biryareke bi vî rengî li gel hemû şert û mercan hebû. Pêwistî bi biryareke wiha hebû. Em bi hevî ne ku ev biryara hatiye wergirtin,  bibe zemîn û hêza çareseriya pirsa Kurd. Biryareke bi vî rengî bandora xwe li ser her çar aliyê Kurdistanê kir. Bandoreke gelek mezin deng û reng veda. Em hêvi dikin ku bi vî rengî bê nirxandin.”

Di salên 1990î de dest pê kir

Ahmed Karamûs, li ser sekna partiyên siyasî, hikûmet û saziyên civakî ya li hemberî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand kir û wiha berdewam kir: “Qonax û asta ku PKK û Birêz Ocalan gihiştiyê, ango ev pêvajoya nu kû em li ser diaxivin ne pêvajoyeke dan û stendin û diyalogeke nû ye. Ne destpêk e û ne dawî ye. Di nava tevgera azadîxwaz, bi taybetî di nava PKKê de, dema Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal bû, ji wê demê pêngavek aştî û çareseriyê tê meşandin. Wê demê pêvajoyek nû di navbera Tevgera Azadiyê û rayedarên Dewleta Tirk de pêk hat. Ji wê demê heta niha gelek pêvajoyên bi vî rengî pêş ketin. Lê di hemû hewldanan de çareseriyeke mayinde pêş neket.  Hemû hewldan û pêvajo têk çûn û negihiştin armanca xwe. Ez bawerim ev pêvajoya 6emîn e di navbera Tevgera Azadîxwaz û rayedarên dewletê de pêş dikeve. Eger em li ser van qonax û deman rawestîn, di hemû qonaxan de me ji ber sedemên cuda, rewş û konjektûrên cuda, duristîyek ango samîmîyetek, daxwaz û amadebûnek, ku di nava aliyan de vê pirsê çareser bikin, tune bû. Zemîn û konjektûra çareseriyê di vê demê de peyda bûbû an nebûbû, ev cihê niqaş û şiroveyên gelek cuda ye. Di van qonaxên ku li pişt mane, dema mirov li ser wan baş analîz bike, encam derdikeve holê. Gelek berfreh hat niqaşkirin. Ev qonaxa nû hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê, pêvajoya guhertin û veguhertinê ye. Vê qonaxa nû di salên 1990î de dest pê kiriye. Di wan salan de qala Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hat kirin. Bi vê projeya Mezin a Rojhilata Navîn hin guhertin û veguhertinan ferz dike. Rojhilata Navîn, di cîhanê de herêmeke ku bi her awayî tijî pirs, pirsgirêk û nakokî ye. Xwedî rewşeke bêîstîkrarî ye. Hîn hesab û planên ku li ser herêmê hatine kirin bi dawî nebûye. Ji ber van hesaban li tevahiya herêma Rojhilata Navîn, nakokî û rageşî didome. Alozî zêde ne.”

Dan û stendinek heye

Ahmed Karamus, bibîr xist ku di salên 1990î de gavek ji bo guhertin û teşekirinê hat avêtin û wiha pêde çû: “Eger em li 3 salên dawî binerin, şerê di navbera Ukrayna û Rûsya, dîsa di cotmeha 2023an de şerê Îsraîl û Hamasê û dîsa pirsa Kurd li çar parçeyan belav bûye. Bi salan e nakokî, alozî û gengeşî li herêmê berdewam dikin.  Dema em vê rewşê bidin pêş çavan li Rojavayê Kurdistanê statuyeke defokto heye. Li Iraqê bi destûra bingehîn statuya wê hatiye nasîn. Ev geşedan li herêmê nû ne. Li Bakurê Kurdistanê reweşeke nû derket holê. Ev geşedanên li Bakurê Kurdistanê pêş dikevin ne ji Cotmeha 2024an de dest pê kiriye, wisa xuya ye ku beriya wê dest pê kiriye. Li gel tecrîda giran em dîbinin ku di navbera rayedarên dewletê û birêz Ocalan de dan û stendineke heye. Xuya dike ku ji Adara 2024an de dan û stendinek heye. Xuya ye ku di navbera Birêz Ocalan û rayedarên dewletê de tu mutabakatên fermî nehatine îmzekirin. Protokol heye an tune ev bi raya giştî re nayê parvekirin.
Heta ku gav nêyên avêtin gel ji dewletê bawer nake

Dema Birêz Abdullah Ocalan bang li raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê kir, du mijarên sereke derketin holê.  Birêz Abdullah Ocalan li aliyekî bang li PKKê dike ku demildest kongreya xwe pêk bîne. Dixwaze di vê kongreyê de dawî li şerê çekdarî bîne û xebatên xwe fesix bike. Li ser banga Birêz Ocalan ev herdu biryarên girîng di kongreyê de hatin şirovekirin û biryar hat girtin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku dawî li çekan bîne û xebatên bi navê PKKê bi dawî bike. Li aliyê din ji divê dewlet nexşerêyekê an fîîlî an jî nivîskî aşkere bike û bi raya giştî re parve bike. Li gel hemû şert û mercan tişta ji gelê Kurd hat xwestin pêk anîn. Erka ket ser milê Kurdan pêk anîn. Dîsa erka ku ket ser milê Tevgera Azadî pêk anî. Lê niha erk û peyvira dikeve ser milê dewletê divê êdî pêk bîne. Heta niha erka dikeve ser milê dewletê pêk neanîne. Dewletê heta niha ji bo gavan bavêje tu daxuyanî nedane. An jî daxuyanî dabin jî neketine meriyetê. Heta ku gavên şênber neyên avêtin, baweriya gelê Kurd ji dewletê nayê.

Divê dewlet mafan bi zagonan misoger bike

Heta niha rayedarên dewletê nexwestine navekî li vê pêvajoyê bikin. Ev pêvajoya aştiyê ye? Pêvajoya çareseriyê ye? An jî pêvajoya demokratîkbûnê ye? Heta niha tu nav lê nehatiye kirin. Gelo rayedarên dewleta Tirk bawer dikin ku bi rêbazekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bikin?  Tu hewldanên wan ku bi rêbaza Civaka Demokratîk pirsgirêkê çareser bikin tune ye. Baweriya wan pê heye an tune ye ev îhtîmal e. Eger dewlet duristbûn û samîmîyeta xwe dixwaze nîşan bide, divê berî her tiştî qonaxeke nû bidin destpêkirin û mafan bi zagonan mîsoger bikin.”

Biryareke dîrokî bû

Ahmed Karamûs, bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û biryara PKKê û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku hem li Kurdistanê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê piştgiriyek mezin ji bo vê kongreyê û Banga Birêz Ocalan heye. Ez bawer dikim ku di demeke nêzîk de ev pirsgirêka ber bi ku ve diçe, çareserî çiye, tedbîr çine dê derkeve holê. Biryara ku PKKê girt, biryarek pir zahmet û radîqal bû. Biryareke zahmet û dîrokî bû. Di qeneheta min de divê hêza siyasetê ku karibe pirsgirêkên siyasî, civakî û hemû qadên din çareser bike hebe. Di nava raya giştî de digotin em dixwazin pirsgirêkên nava xwe çareser bikin. Digotin em dixwazin bi şêwazekî bê teror çareser bikin. Digotin bê şer û çareseriyek demokratîk çareser bikin. Niha Kurdan û siyaseta kurdan di vî milî de gav avêt ev yek xistin meriyetê. Tişta ku dawî bihata gotin û kirin, birêz Ocalan tersê wê kir. Tişta dawî derxist asta pêşî. Piştî vê banga Birêz Abdullah Ocalan û biryara PKKê êdî ji bo dewlet gavan bavêje, tu hincet û sebebê li pêş wê nemane. Ji bo vê pirsgirêkê çareser neke, tu hincet nemaye. Kurdan û tevgera Kurdan bi vê hamleya xwe hemû alav û amûrên şer û înkarê ji destê Dewleta Tirk derxist.

Divî civaka sincî û polîtîk ava bikin

Hevserokê KNKê Ahmed Karamûs, li ser erk û berpirsiya saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk jî rawestiya û wiha got: “Di qeneeta min de divê di gelek qad û milan de xebat bêne kirin.  Di vê pêvajoyê de herî zêde kar û bar dikeve ser milê gelê Kurd û saziyên Kurdan. Li gorî şert û pêwistiyên demê, di asta siyasî û civakî de divê xwe bi rêxistin bikin û Civaka Sincî û Polîtîk ava bikin. Divê di her qadê de bêtir xwe bi rêxistin bikin û bi rêxistinî daxwaz û heviyên xwe bînin ziman.  Divê civaka Kurd di hemû ast û qadan de xwe bi rêxistin bikin û bi hêz bike. Divê saziyên xwe li gorî rêxistinbûna xwe ava bike û rêxistinê li gorî pêdiviyên xwe pêş bixe. Dem ne dema biryarên çekberdanê ye. Dem dema hevî, moral û rêxistinbûnê ye. Divê em hêzê ji kar û xebatên xwe bigirin.  Divê gelê kurd di her alî de karibe xwe bi rêxistin bike. Divê di aliyê zanistî, perwerdehî û her qadên pîşeyî û jiyanî de xwe bi rêxistin bike. Divê em rêxistinên xwe û hêza xwe bêtir xurt û mezin bikin. Ku zemînên demokrasiyê neyên avakirin, ku bingeha zagonî neyê avakirin, perwerdehiya civakê pêş nakeve. Ji ber vê yekê roleke gelek mezin dikeve ser milê parlamenteran.  Divê di aliyê zagonî de jî rê li pêşiya xwe bi rêxistin û perwerdehiyê bê vekirin. Herî her tişti pêdivî bi guhertina hişmendiyê heye. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi gargarayê heye.  Dewleta tirk heta niha tu hêvî nedaye. Eger bi armanca xapandinê nêzîk bibe. Eger banga Birêz Ocalan wekî tasfiyê û têkçûnê bigire dest, wê demê dê tu wateya vê pêvajoyê tune be. Ku bersîva van gavên Kurdan nede, dê çareseriyek pêş nekeve. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe berde. Dest ji hişmendiyê berde. Divê dest ji înkara ziman, çand û erdnîgariya gelê Kurd berde. Divê hemû nirxên Kurdan qebûl bike û wisa nêzîk bibe. Eger hişmendiya Lozanê dîsa berdewam bike dê tu wateya vê yekê nemîne.”

Ahmed Karamûs herî dawî bang li gelê Kurd kir û got: “Divê her mirovekî kurd, her welatparêz û demokratekî Kurd divê vê pirsgirêkê wekî pirsgirêka xwe bibine. Divê di avakirina civaka demokratîk de yekser cih bigire. Divê em hêza xwe û têkoşîna xwe bêtir xurt bikin. Dem demeke nu ye. Divê em bibin bersîva vê demê.”