Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tekîk ku rakirin Nexweşaneya Siyamî Ersek a Stenbolê, tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin.
Hêjayî bi birîxistinê ye ku xwişka Tekîk, rojnameger Gulistan Tara jî di Tebaxa 2024an de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHAyan a dewleta tirk de hatibû qetilkirin.