Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ê DEM Partiyê Abdullah Zeydan, di hilbijartina 31’ê Adarê de ji sedî 55.48 deng girt. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, bi biryara dadgehê ya deqeyên dawî mazbata neda Zeydan, li dijî vê yekê bi sedhezaran gelê Wanê daket kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Piştî serhildana gelê Wanê û têkoşîna hiqûqzanan, YSK’ê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê red kir û mafê memnû yê Zeydan paşve dayê. Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Prz. Ekîn Yeter, têkildarî geşedanên li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nirxandin kir.
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter ewil qala pêvajoya hiqûqî ya beriya hilbijartinê kir û wiha got: “Berê Abdullah Zeydan ji sucdariya propagandayê hatibû cezakirin. Ji ber ceza hat girtin û ceza li girtîgehê derbas kir. Piştî înfaz bi dawî bû û hat berdan, ji bo mafê memnu yê karibe siyasetê bike û ji mafê xwe sûdê bigire, serî li dadgehê da. Dadgehê jî di sala 2023’an de mafê memnu yê Abdullah Zeydan paşve da. Piştî dadgehê biryar teqez kir, Abdullah Zeydan bawerî bi birhyara dadgehê anî û ji bo namzetiya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kir. Zeydan di pêşhilbijartinê de bû yekem û bû namzetê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Di vê pêvajoyê de dadgehê der barê mafê memnû de tu îtîraz nekirin. Brêz Zeydan hemû prosedurên hiqûqî û zagonî pêk anî. Di lîsteya teqez a YSK’ê de tu niqaş derneketin. Zeydan bi vî rengî ket hilbijartinê.”
Wezareta Dadê ferman da dadgehê
Yeter, bal kişand bêhiqûqî û biryara darazê û anî ziman ku 2 roj beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, Serdozgerê Komarê yê Amedê li ser daxwaza Wezareta Dadê itiraza mafê memnû li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir û wiha axivî: “Piştî Serdozgerê Komarê yê Amedê îtîraz kir, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 5 deqîqe beriya ku mezaî biqede biryar da û mafê memnu yê Zeydan paşve kişand. Biryara ku di bin venêrtina Dadgeha Bilind de bû, dadgehê bi xwe biryara xwe îhlal kir û li ser daxwaza wezaretê mafê memnu paşve kişand. Em her tim dibêjin, dadgehek beyî biryara Dadgeha Bilind nikare biryara xwe biguherîne. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Eger îtîrazek hebe divê bişîne Dadgeha Bilind. Biryara ku berê dabû paşve kişand û biryara xwe binpê kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê jî li gorî vê biryara li dijî hiqûqê gav avêt. Bi hinceta mafê memnu yê Abdullah Zeydan tune, mazbata neda Abdullah Zeydan. Lijneya Hilbijartinê ya Wanê li şûna Zeydan, biryar da ku mazbatayê bide namzetê AKP’ê.”
Vîna gel bi maşika hiqûqê binpê kirin
Yeter, anî ziman ku li aliyekî dozger li ser daxwaza wezaretê îtîraz kir, li aliyekî dadgehê bêyî biryara dadgeha bilind biryar da û li aliyê din jî Lijneya Hilbijartinê li dijî hiqûqê mazbata dan namzetê AKP’ê wiha berdewam kir: “Ev hemû bêhiqûqî nîşan didin ku vîna gel bi destê hiqûqê binpê kirin. Li aliyekî dadgehê biryara mafê memnu da û piştre bi xwe paşve kişand. Vê kiryarê niqaqa ‘Gelo li pêş muwekilê me kemîn hat dayîn?’ bi xwe re pêş xist. Em bi xwe fikirîn ku li pêş Abdullah Zeydan kemîn hatiye dayîn. Hem biryara 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û hem jî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê li dijî hiqûqê ye. Hem rêbaz û hem jî usul binpê kirin.”
Li Tirkiyeyê ewlehiya hilbijêr û bijartî tune
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, destnîşan kir ku ev mînaka li jor nîşan dide ku li Tirkiyeyê hem ewlehiya hiqûqî ya hilbijêr û hem jî ewlehiya hiqûqî ya bijartî tune û wiha lê zêde kir: “Ji ber van geşedanan mirov nikare baweriya xwe bi hiqûqê bîne. Li Tirkiyeyê hiqûq ketiye nava nediyariyekê. Mafê ku teqez hatiye bidestxistin, demek şûnde paşve tên stendin. Rêgezên hiqûqê tên binpêkirin. Her çend hin biryar teqez bubin jî em dibînin ku bi mudaxaleya siyasetê tên guhertin. Ev ne tenê girêdayî rewşa Birêz Zeydan e. Em bawer dikin hemû pêvajoyên der barê şaredariyan de berê hatine plankirin. Biryarên der barên endamên meclisên bajar û navçeyan de jî heman rewş derbasdar e. Bi fermana siyasetê hiqûq hatiye binpêkirin. Ev mînaka di nava çend rojan de vê rastiyê tîne pêş çavan. Li navçeya Seravê ya Wanê jî îtîrazek bi heman rengî hat kirin. Ji ber vê yekê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên din jî risk heye.”
Yeter da zanîn ku li Tirkiyeyê ewlehiya hilbijêr û bijartî tune û wiha pêde çû: “Alozî û kaosek hiqûqê heye. Hurmet li hemberî mafên ku hatine bidestxistin tune ye. Li hemberî biryara dadgehê, Destûra Bingehîn û biryarên Dadgehên Mafên Mirovan a Ewropa jî hurmet tune. Ev rêgeza baweriya hiqûqê parçe dike. Ez nafikirim ku ev nêzîkatî ji hiqûqa dijmin û pêkanînên metingeriya kurdan serbixwe be.
Wekî ku Bakunin jî gotiye; dewlet û îktîdareke ku ji bo hebûna însan bigêje nirxê xwe destûrê bide, tune ye. Destûr nade ku mirov li ser nirxên xwe pêş bikeve. Mînaka tu netew dewletan ku hebûna însan bi rêya guhertin û veguhertinê hebûna xwe berdewam bike tune ye.
Wekî gelê kurd, dîroka gelan bindest û mêtingeh, bi van mînakên binpêkirina mafan û dijhiquqiyê tijî ye. Hiqûqa dijmin wisa şolî û talûke ye ku, dema dixin meriyetê, hiqûqê tune dike. Ji bo Zeydan jî ev mînak derbasdar e. Biryarek ku hatiye erêkirin û teqez bûye heye. Bi ji vê biryarê bawer kir û bû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Lê piştre em dibînin ku biryara ku hatiye teqezkirin, ji holê tê rakirin û guhertin. Ji ber vê yekê hemû biryarên hatine teqezkirin di rîskê de ne.”
Cihê bêhiqûqî hebe divê têkoşîn jî hebe
Yeter da zanîn ku ji ber van mînakan risk heye û wiha bi dawî kir: “Em di deryaya ku hiqûq lê tune ye de dijîn. Ji ber vê yekê em wekî hiqûqzan jî hatine wê astê ku dibêjin ‘Her tişt dikare bibe’ Lê ya girîng divê cihê ku bêhiqûqî hebe divê têkoşîna li dijî vê bêhiqûqiqê jî hebe. Em hewl didin ku hiquqê ji destê desthilatdaran derwin. Em dixwazin nekin amûrê desthilatdaran. Em wekî saziya ku naxwazin hiqûq bibe darê desetê desthilatdaran, em vê pêvajoyê qebûl nakin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştî biryara Lijneya Hilbijartina Bajar, 2 rojan, bênavber gel, siyasetmedar û hiqûqzanan li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşina. Her kesî erka ku ket ser milê wan kir. Siyasetmedar û gel daketin kolanan. Nûnerên rêxistinên civakî û em hiqûqzan li korîdorên edliyeyan ketin şopa hiqûqê. Di encamê de gelê Wanê li vîna xwe xwedî derket û bi vê têkoşîna xwe di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Bi vê sekna xwe hişt ku YSK biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar xera bike. Piştî vê yekê Lijneya Dozger û Dadgeran, der barê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku biryara betalkirina mafê memnu yê Zeydan paşve kişand de, dest bi lêkolînê kirin.
Serşêwirmendê Serokkomar Murat Uçum gotibû “Dema em bên mijara hiqûqa vî karî, kesê ji sûcdariya propaganda Rêxistina Terorê 3 sal û 1 meh û 15 rojan bê girtin û ev cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê erêkirin, mafê wî yê memnû nabe. Lê ev çawa çêdibe divê wekî nîşe bê girtin.”
Divê em li hemberî hemû îhtîmalan amade bin
Piştî vê daxuyaniyê Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) diyar kirin ku bi taybetî dê li ser biryara ewil çawa dane, çima ewil îtîraz nekirine rawestin. Em dibînin dîsa siyaset li ser darazê zextan dike. Ji bo vê yekê jî divê mirov li dijî mafê Zeydan ê memnu amade be ku serî li rêyek zagonî bide. Di rewşek wisa de em wekî hiqûqzan em ê ji bo hemû îtîrazan amade û şopdar bin. Ev mafê memnû dane Zeydan. Ev maf hatiye teqezkirin. Bi vê biryarê bawer bû û bû namzet. Ji sedî 56 dengê gelê Wanê stend. Divê vîna gel û biryara dadgehê esas bê girtin.”