Şerê deweta tirk a li dijî herêmên Metîna Zan û Avaşîn ên li başûrê Kurdistanê di 17’yê nîsanê de dest pê kir, 10 roj in didome. Bertek û nerazibûnên li dijî şer her ku diçin zêde dibin. Li Hewler, Silêmanî, Şengal, Hesekê, Qamişlo, Şehba, Amed, Êlih û dewletên Almanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Swêd, Holanda, Damînarka, Qibris û gelek navendên din gel derdikeve kolanan û bertekên xwe tîne ziman.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî şerê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re axivî. Murad, anî ziman ku şerê hatiye destpêkirin ne nû ye û wiha got: “Ev proseyeke dûr û dirêj e. Zêdeyî salekê ye li herêmê êrîşên berfireh ên bi tang, top û balafiran didome. Êrîş ji hewayî û bejayî ve didomin. Tirkiye armanc dike ku Zap, Metîna û Avaşînê ku cihên stratejîk in dagir bike. Lê zedeyî salekê ye ligel bikaranîna hemû cûreyên çekan nikare bigêje armanca xwe. Gerîlayên PKK’ê bersîvên hişk nîşanî van êrîşan dide û nahêlin Tirkiye bigêje armanca xwe. Dîsa gel û beşek rewşenbir û kesayetiyên pêşeng nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin. Lê her çend salek e êrîş zêde bûne jî operasyonên dewleta tirk dûr û dirêj in. Bi dehan sal in hewl dide vê herêmê dagir bike. Sala 2023’an salvegera 100’emîn Peymana Lozanê ye. Dewleta tirk bi vê peymanê xwe mexdûr dîtibû. Niha dewleta tirk beriya 100’emîn sala Peymana Lozanê dixwazi hin beşên Kurdistanê têxe kontrola xwe û sînorê Mîsakî Mîlli nû bike.”
‘Tirkiye li dijî kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne’
Zeynep Mûrad pirsa “Çima ev êrîş dubare dibin û çima nikarin rê li pêş van êrîşan bigirin” jî bersivand û wiha got: “Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) li aliyekî diçe Tirkiyeyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hevdîtinan dike. Trafîka di navbera Tirkiye û başûrê Kurdistanê heye.”
Mûrad, li ser berjewendiyên malbata Barzanî jî rawestiya û wiha axivî: “Berjewendiyên malbata Barzanî yên aborî hene. Di asta cîhanê de guhertinên mezin hene. Dixwazin Rojhilata Navîn û herêmê ji nûve dîzayn bikin. Dixwazin li ser berjewendiyên aborî guhertinan çêkin. Kî berjewendiyên navdeletî biparêze ew di asta cîhanê de dibe xwedî rol. Tirikye dixwaze vê yekê ji bo xwe wekî derfet bikar bîne. Tirkiye li hemberî gelê kurd siyaseta tunekirin û qirkirinê dimeşîne.”
Erdogan zagonên şer binpê dike
Zeynep Mûrad da zanîn ku trafîka di navbera Tirkiye û PDK’ê de ji bo veşartina rûyê reş a Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: “Rayedarên PDK’ê bi çûn û hatina Tirkiyeyê dixwazin rûyê reş ê Erdogan li hemberî civaka navdewletî veşêrin. Erdogan mafê zagonî binpê dike. Zagonên şer binpê dike. Mafê serweriya Iraqê binpê dike. Lê rayedarên PDK’ê serdana Tirkiyeyê dike. Bi van serdanên xwe kiryarên Tirkiye yên li Kurdistanê û Iraqê rewa dike. Ev helwesta PDK’ê li ser berjewendiyên Partî û malbatî ne. Li ser berjewendiyên teng tev digerin. Ev talûkeyek pir mezin pêş dixe. Rê li metirsiyên pir mezin vedike. Lê salek e heta astekê bertekên gel hene. Her çend rê li pêş van êrîşan negirtibe jî bertek hene. Îro bertek zêdetir in. Ji ber ku li herêma Federe ya Kurdistanê qeyranên aborî, siyasî û civakî zêde bûne. Pirsgirêkên pir mezin li gel îtîfaqa hikûmeta Iraqê heye. Dîsa di navbera partiyên li Başûr de nakokî hene. Feraseta PDK’ê şaş e. Zerarê dide yekîtiya neteweyî û çareseriya pirsgirêka kurd. Li çar parçeyên Kurdistanê sînorekî tehamula gelê kurd heye. Lê wê rojekê ev sînorê tehamula gelê kurd biteqe. Talûkeyek mezin a Tirkiye raste rast li ser statuya başûrê Kurdistanê heye. Li Başûr an li Rojava li ku destkeftiyeke gelê kurd hebe, Erdogan û Tirkiye van destkeftiyan wekî dijmine xwe dibîne. Her tim dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Em dibînin ku di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de peymanek heye û dîsa di di navbera Tirkiye û Iraqê de jî peymanek heye. Ji ber vê yekê Iraq li dijî van êrişan bêdeng e.
‘Tirkiye hemû şensê xwe ceriband nikare encamê bigire’
Zeynep Murad bal kişand ser encama van operasyonên bi salan didomin û wiha lê zêde kir: “Zêdeyî salekê ye hem Tirkiye û hem jî kesên piştgiriyê dide dewleta Tirkiyeyê şensê xwe ceribandin. Heta niha encam negirtin û dê dîsa nikaribin encamê bigirin. Tirkiye dibe ku li Efrîn û Serêkaniyê beşek ax bi dest xistibe. Lê nikare bigêje hemû armanca xwe û nikare kurdan tune bike. Armanca Tirkiyeyê ewe ku li ser erdnîgariya Kurdistanê kurdan tune bike. Dixwaze erdnîgariyek siyasî ya nû ava bike û sînorê xwe fireh bike. Lê nikare bigêje vê encamê. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de gelê kurd bi berxwedaniyê hatiye nasîn. Bi taybet di berxwedaniyên dawî de hemû cîhan li hemberî vê berxwedana gelê kurd matmayî maye. Artêşa tirk ku artêşa herî mezin a NATO’e ye, bi hemû teknîk, çek û amûrên xwe yên şer êrîş dike. Dîsa bi alîkariya îstîxbaratî û piştgiriya hezeke kurd (PDK), pêdengiya Iraqê û hemû hêzên navdewletî ya cîhanê êrîş dike. Lê li gel van piştgiriyan di hemû operasyonan de bi ser neketiye û dê nikaribe bi ser bikeve. Jiber ku berxwedaneke bêhempa heye. Ji bo parastina ax û rûmetê berxwedanek fedaî heye. Ji bo parastina nirxên neteweyî berxwedanek mezin heye. Tişta ji me tê xwestin ewe ku em çawa piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
‘Parastina ax û nirxên me ne tenê erka PKK’ê ye’
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku parastina ax û nirxên gelê kurd ne tenê erka PKK’ê ye û wiha got: “Parastina nirxên pîroz ên neteweya gelê kurd erka hemû milletê kurd e. Jiber ku ev êrîş ne tenê li dijî hêzek kurd e. Ne tenê li dijî beşek axa Kurdistanê ye. Ev êrîş li dijî hemû gelê kurd û li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd ên dîrokî ye. Di vê dizayna nû de dixwazin carek din kurd bêpar bimîne. Tirkiye jî pêşengiya vê yekê dike Tirkiye bi tena serê xwe nikare planên qirêj bike. Hemû welatên cîhanê li pey berjewendiya xwe tev digerin. Ji ber vê yekê li dijî vî şerê Tirkiye bêdeng in. Tirkiye bi piştgiriya dewletên navdewletî êrîş dike. Li dijî gel çekên kîmyewî bikar tîne.”
‘Dewleta tirk êdî bêçare ye’
Zeyneb Mûrad herî dawî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk ku li herêmê bikar tîne û wiha bi dawî kir: “Bikaranîna çekên kîmyewî ya di şer de nîşan dide ku dewleta tirk êdî bêçare ye û şikestî ye. Ji ber êdî nikare encamê bi dest bixe serî li van rê û rêbazên nû dide. Em bang li gelê xwe dikin ku bi berxwedanek xurt li dora şervanê xwe bike yek. Em dizanin ku dewleta tirk nikare bigêje armanca xwe. Lê pêdiviya me bi liv û tevgerek xurttir heye. Divê wekî gelê kurd yek berjewendiyên me hebin. Ew jî parastina nirxên kurdan, parastina welat û parastina axa me ye. Ev erkek neteweyî û niştimanî ye. Parastina van nirxan erka her kurdekî ye. Erka hemû kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyê cîhanê dijîn e. Êrîş û stratejiya dewleta tirk ne tenê li hemberî beşekê ye. Ev êrîş li dijî hemû gelê kurd e. Dixwazin kurdan tune bikin. Ev rastiyek e. Li dijî vê yekê herî zêde erk dikeve ser milê başûrê Kurdistanê. Bêtir hêza siyasî ya Başûr divê hemû rol û rista xwe ya neteweyî bilîze. Parlamentoya wan û hikûmeta wan heye. Çima heta niha dengê xwe dernexistine. Çima erka xwe pêk neaniye.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê bang li parlamentoyê kir. Got çima dewleta tirk cesaret digire û dikeve axa Başûr. Ji ber ku dewleta tirk cesaretê ji peymana sala 1980’yî digire. Dewleta tirk di sala 1980’yî de li gel dewleta Iraqê peyman îzme kiribû. Wezîrê wê demê yê Iraqê Tarik Ezîz bi Tirkiye re peyman îmze kiribû. Lê ew îtîfaq/peyman tenê ji bo salekê bû. Ji bo operasyonê heta 5 kîlometre sînor nas kiribû. Dîsa heta 72 saetan dema operasyonê dabû. Lê îro çima dewleta tirk xwe dispêre wê peymanê. Ji ber ku bêdengiyek heye. Helwestek li dijî vê yekê tune. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser hikûmeta başûr. Divê kesayetên girîng ên di parlamentoya Iraqê erka xwe pêk bînin. Erk û berpirsiyariyek mezin dikeve ser mile parlamenterên kurd ên di parlamentoya Iraqê. Niha bi hinceta parlamento ketiye betlanê ew jî ketine betlanê. Her kes çûye li malê xwe rûniştiye. Ev betlane çiye? Axa wan welatê wan tê dagirkirin lê ew di betlanê de ne. Ev bi rastî aqil û mejiyê mirov vê helwestê ranake. Derketina li dijî operasyonê erkek mirovî ye. Ji ber ku rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin divê hemû mirov li dijî vê yekê rola xwe bilîze. Di şerê Ukranyayê de her kes rabû ser piyan. Divê her kes ji bo şerê li dijî kurdan jî dengê xwe bilind bike. Divê kurdên me jî bêtir li qadan bin û bala raya giştî ya cîhanê bişikînin ser vî şerî.”