Mehek merê Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî peyama aştiyê da destê xwe dirêjî parlamenterên DEM Partiyê kir. Piştî wê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku li meclisê beşdarî koma DEM Partiyê bibe û bêje ‘Em rêxistinê tasfiye dikin’. Di vê pêvajoyê de piştî tecrîda 43 mehan li ser navê malbatê Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan peyama “Şert bên avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez zemîna şer derbasî zemîna hiqûq û siyasetê bikim” da. Lê piştî vê peyamê dewleta tirk paşve gav avêt û li şûna zemîna aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk ava bike, bi lez û bez dest bi tayînkirina qeyûman kir.
Di 30’ê Cotmehê de Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer li malê binçav kirin û di heman rojê de girtin. Di 31’ê Cotmehê de jî bi lez û bez qeyûm tayînî şaredariya Esenyûrtê kirin. Hej hefteyek derbas nebû di salvegera qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê kirin.
Têkildarî politikaya desthilatê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn nirxandin kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn anî ziman ku di 30’ê Cotmehê de polîsan Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer binçav kirin û di 31’ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûna wî kirin û wiha got: “Piştî Esenyûrtê di 4’ê Mijdarê de Hevşaredara Êihê Gulistan Sonuk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevaredarê Navçeya Xalfetiyê Mehmet Karayilan ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayin kirin. Ev nîşan dide ku di çareseriya meseleya kurd de israr dikin. Disa ev nîşan dide ku gotinên aştiyê çiqas pûç û vala ne.”
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, destnîşan kir ku bi awayekî zagonî heta 15’e Tîrmeha 2016’an erka Wezîrê Karên Hundir tune bû ku hevşaredaran ji peywirê bigire û wiha axivî: “Wezîr tenê dema ku têkildarî peyvirê sûcekî şaredaran hebe dikaribû wan ji peyvirê dur bixe. Lê piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an û îlankirina OHAL’ê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê (KHK) Wezîr bû xwedî erkekî wisa. Bi vê erkê şaredar ji peyvirê girtin. Ev rewş hem li dijî hiqûqa navxweyî ye, hem jî li dijî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye ye. Lê mixabin kes û hişmendiya di neçareseriya pirsgireka kurd de israr dikin vê erkê bikar tînin.”
Eren Keskîn, anî ziman ku desthilata siyasî beriya hilbijartinê anîbû ziman ku serdema qeyûm bi dawî bûye û wiha berdewam kir: “Bi van qeyûman careke din derket holê ku ev gotinên desthilata siyasî li dijî rastiyan e. Mixabin pêkhateyek ku hêza xwe ji şer û neçareseriyê digere û xwe xwedî dike heye. Ev pêkhateya kûr mixabin hebûn û hêza xwe berdewam dike. Ev pêkhateya kûr ji bo hebûn û hêza xwe nîşan bidin û biceribîne, qeyûm tayîn dike. Tayînkirina qeyûm ji bo ceribandina heza xwe ye.
Keskin, bal kişand ser meseleya kurd û wiha pêde çû: “Em hemû dizanin ku meseleya kurd meseleyek navneteweyî ye. Ev mesele tenê erdnîgariya ku em li ser dijîn eleqeder nake. Ev mesele çar aliyê erdnîgariya Kurdistanê eleqeder dike. Bi taybetî dema em li geşedanên li Rojava pêş dikeve û Tevgera Azadiya Kurd ku di astek bilind de li vir hêza xwe mezin dike, dinerin; sedema rageşiya dewleta tirk aşkere dibe. Di rastiyê de di nava neçareseriye dene. Ev bi xwe re nakokiyên di navbera pratîk û gotinan de zêde dike.”
Eren Keskîn herî dawî bilêv kir ku divê hemû raya giştî ya demokratîk li dijî van qeyûm û kiryarên dij demokratîk helwestek rast û xurt nîşan bide. Heta niha li dijî qeyûman berxwedanek bi wate heye. Berdewama vê helweste pir pir mûhîm e.”