Free Press Unlimitedê, serketiyên “Xelatên Çapemeniya Azad” ên 2023’yan diyar kir. Di çalakiyeke taybet a li Nieuwspoortê ya li bajarê Lahey ê Hollandayê de rojnamevanên “Xelata Rojnamevana/ê Siberoja Wê/î Ronî” û “Xelata Rojnamevana/ê Herî Bibiryar” wergirtin hatin eşkerekirin. Free Press Unlimitedê “Xelata Rojnamevana/ê Herî Bibiryar” da Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ya ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye.
Rojnamevan Aysel Avesta û Lydîa Gottshalkê li ser navê Muftuoglûyê xelat wergirtin. Di merasîmê de nameya Muftuoglûyê jî hat xwendin.