Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Jinan li Navenda Çand û Hunere ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoulu û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftin kirin. Turkoglû bal kişand ser taybetmendiya sedsala 21’emîn û got: “Di sedsala 21’ê de serhildanên jin, ciwan, bawerî û gelan heye. Bi taybetî di vê pêvajoya sedsalê de netew-dewletê krîz kûrtir kiriye. Dema ku em sedsala 21’ê wekî sedsala jinan pênase dikin, em jî dibêjin ku sedsaleke cuda ye. Li vir HDK dikeve tevgerê. Meclîsên Jinan ên HDK’ê girîngiya hebûn û rêxistinbûna di vê rewşa asê de radigihînin.”
Me careke din rola Rêber Ocalan a çareseriyê dît
Halîde Turkoglu, anî ziman ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrid heye û wiha domand: “Di hevdîtina di dawî de pêk hat, me silavek ji Îmraliyê wergirt. Li vir em dîsa rastî rola Birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd hatin. Nîşan da ku ji bo jiyaneke nû em ê çi bikin. Heta ku tecrîd hebe pirsgirêk nayên çareserkirin û ev jî nîşan dide ku tecrîdek heye ku her cure desteserkirinê rewa dibîne. Di vî warî de rakirina tecrîdê ji bo me jinan weke armanca serdema nû nîşan dide. Ji ber ku îro bi rengekî felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin e, lê belê ev felsefe xwe li hemû cîhanê dide xuyakirin. Çawa ku îro ev felsefe gerdûnî ye, nîşanî me dide ku çawa bi îlhamê girtinê têkoşîna jinê veguherîne têkoşîneke yekbûyî. Konferansa HDK’ê di vê wateyê de pir girîng e. Di serdemeke ku zext, şer, serdestiya mêr û kuştina jinan ewqasî sîstematîk bûye de, pêwîste em jin berpirsyariyên serhildanê bi cih bînin û li rêyên ku modela jiyana nû bigihînin têkoşîna yekbûyî ya li Rojhilata Navîn, bigerin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar bi silavkirina jinên li salonê dest bi axaftina xwe kir. Çîgdem, da zanîn ku paradîgmaya HDK’ê di vê qonaxê de di nava hemû civakê de bertek dîtiye û wiha got: “Ev ferqê derketiye holê. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên herî dijwar ên têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê têkoşîna hevpar bû û dewletê bi negihandina gelan re hewl da sîstema xwe biparêze. HDK’ê bi feraseta ku di vê kêliyê de derxistiye holê ev yek bi ser ketiye û ji bo me rêbertiyê dike.”
Bi ceza destnîşan dikin ku gelê kurd nas nakin
Ûçar, bal kişand ku şerê cîhanê yê sêyemîn û destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan ên ji vî şerî hewl tê dayîn veguhere bazariyê û got: “Em nikarin bibêjin ku ev rewşa îro derketiye holê, bûye pêvajo. Belê, piştî 43 mehan bi Birêz Ocalan re hevdîtineke pêk hat. Lê di cih de îro qedexeya hevdîtina malbatê ya nû hat ragihandin. Navê vê yekê nenaskirina hiqûq, demokrasî û qanûnê ye. Peyama ‘Em gelê Kurd nas nakin û ez ê li ser gelê kurd zext û zordariya xwe bidomînin’ didin.”
Divê li dijî tecrîdê em bibin yek deng
Ûçar, li ser pirsa “Sedsala înkarkirina pirsgirêka kurd çi anî serê vî welatî.” û got: “Rûbirû bûn pir girîng e. Bêyî rûbirûbûnê, her pirsgirêk dîsa û dîsa tê pêşiya me. Avabûn û paradîgmaya HDK’ê tam ji bo vê ye. Li aliyekî dewletparêz, yanî siyaseta mêr xwe ferz kir, li aliyê din jî HDK’ê alternatîfeke mezin jê re afirand. Ji ber ku em bi gavên ku me avêtine bi mîrateya ku ji destê me hat girtin, mezin bûn û pêş ketin. Ji dema ku ew bêhêvî dibe, civak bê rêxistin dibe. Di dema ku pirsgirêka kurd di nava krîzeke wiha de ye, li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin divê em dengek hevpar derxin.”
Jinan tu carî hevî winda nekirin
Ûçar, herî dawî destnîşan kir ku têkoşîna jinê tu carî hêviya xwe winda nekir û wiha axivî: “Tevî hemû zext û zorê jî xwe bi rêxistin kir. Binêrin, her tayek porê me çalakiyek e. Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dirûşmeyên jinan çalakiyek e. Vê nasnameyê gelek tehemûl kiriye û îro di hedefê de ye. Em di serdema herî krîtîk de ne. Ew qas mîrateyên me yên hiqûqî û siyasî hene ku divê em ji niha û pê de vê rêbertiyê bidomînin. Bila rêya me vekiribe.”