12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka DADê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye

Hevseroka DADê Kadriye Dogan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li dijî şerên li Rojhilata Navîn hêviyê dide mirov.

Ji 8ê Kanûna 2024an û vir ve li Sûriyeyê HTŞ bû desthilatdar û êrîşên li dijî gel û baweriyên cuda bi taybetî jî civakên Elewî hedef digirin, dewam dikin. Di van êrîşan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de bajarên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wekî herêma herî bi ewle ye.

Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Kadriye Dogan diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya dîzaynê destpê kiriye û di vê pêvajoyê de di serî de gel û baweriyên cuda hedef tên girtin. Kadriye Dogan da zanîn ku heman feraset li Sûriyeyê Elewiyên hedef digire û wiha got: “Elewiyan weke hevrikên xwe dibînin. Baweriya wan a ku xwe dispêre pejirandin û rizayê, ji ber ku jiyaneke ku bi sirûştê re entegre dibe û bi pêşengiya jinê tê birêvebirin dinav xwe de vedihewîne hedef tê girtin. Ji ber vê yekê jinên Êzidî hatin revandin û jinên Kurd hedef hatin girtin. Niha li Sûriyeyê qetlîamek li ser Elewiyan heye. Sedema vê yekê jî mezinbûna tevgera jinê ya li Rojhilata Navîn e.”

Kadriye Dogan tiştên ku hatine jiyin wek komkujî pênas kir û wiha got: “Ji ber ku rewşeke li gorî pênaseya komkujiyê tê jiyîn. Li cih û warên xwe tên sirgûnkirin. Dest datînin ser mal û milkên wan. Bêyî ferqê bixin nav jin, zarok û mêr hemûyan dikujin. Jin û zarokan wek xenîmetên xwe dibinin. Dema mirov vê rewşê mêze dike tê dîtin ku li Sûriyeyê Elewî  tên qetilkirin. Cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng e. Tirkiye ji bo li wir korîdoreke mirovî veke naveke nav hewldanan.” Kadriye Dogan xwest hemû kes li hemberî qetlîamên li Sûriyeyê pêk tên bêdeng nemînin û divê Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî rola xwe bînin cih.

Kadriye Dogan anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn girîng e û wiha got: “Banga Abdullah Ocalan îro ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn wek nefesê ye. Bangê rê li ber pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn jin, Kurd û Elewî dikarin bêhnê vedin û xwe li ser zemîna siyasî ava bikin vekiriye. Ji bo Elewiyan jî hêja ye.”

Kadriye Dogan, destnîşan kir ku Elewîtî xwe dispêre jiyana hevpar û wiha got: “Bêyî ferq û cudahiyê bixin navberê em her kesî qebûl dikin. Banga Abdullah Ocalan ji bo gelên li Rojhilata Navîn dijîn hêviyek e û ji bo pêkhatina wê jî pêwîste her kes tevkariyê bike. Elewî jî xwedî daxwazên welatîbûna wekhev in. Daxwazên me yên wekî naskirina baweriya me û tespîtkirina cihên me yên goran hene. Em dixwazin bi komkujî û qirkirinan hevrû bibin. Em dibêjin rê bîranîn e. Ji bo em rêya xwe bidomînin, bang li dayikan û jinên Elewî dikim ku di têkoşîna demokratîk de bibin pêşeng û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”