Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Erxenî ya Amedê Şiyar Guldiken û Bîrsen Azak Bayar li gel encumenên şaredariyê pirtûkên kurdî li zarokan belav kirin. Hevşaredaran û endamên meclisê di çarçoveya ziyaretên gel de, ji bo zarok fêrî xwendin û axaftina kurdî bibin, li park û kolanan pirtûkên kurdî li gel belav kirin. Di nava pirtûkên ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê belav kirin de roman, çîrok û pirtûkên boyaxkirinê jî hebûn. Hevşaredaran di belavkirina pirtûkan de ji bo zarokan bi kurdî pirtûk xwendin. Hevşaredaran di serdana gel de pirsên welatiyan bersivandin û bi gel re sohbet kirin.